Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê li ser "plana dagirkirina bi temamî ya Xezeyê" ya Îsraîlê şîrove neke lê biryara ku li ser vê mijarê were dayîn a Îsraîlê ye.
Trump piştî merasîma îmzeyan a li Koşka Spî pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de bersivandin.
Serokê Amerîkayê Trump pirsa “Hûn piştgiriyê didin plana Îsraîlê ya ji nû ve dagirkirina Xezeyê?” wiha bersivand:
"Ez nizanim pêşniyara (Îsraîlê) ya li ser vê mijarê çi ye. Ev bi temamî li ser Îsraîlê ye.
Em niha hewl didin xwarinê bidin mirovên li wir. Eşkere ye ku xelkê Xezeyê di warê xwarinê de ne baş e. Ez li ser vê yekê hûr dibim."
“Em ji bo belavkirina alîkariyên xwarinê bi Îsraîlê re dixebitin”
Li aliyê din, Trump diyar kir ku ew ji bo belavkirina alîkariyên xwarinê li Xezeyê bi Îsraîlê re dixebitin û anî zimên ku dê hinek dewletên Ereb jî ji bo van alîkariyan piştgiriya darayî bikin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê jî li ser nûçeyên ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu planên nû yên êrişê amade dike û di nav de “dagirkirina tevahiya Xezeyê” heye, şîrove nekiribû.
Çavkaniyeke Îsraîlî ku li ser mijarê agahdar e û ji televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê re axivî, gotibû ku Netanyahu meyldarê dagirkirina tevahiya Xezeyê ye.
Hatibû îdiakirin ku Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir li dijî plana dagirkirina tevahiya Xezeyê ye.
Hat ragihandin ku ofîsa Netanyahuyê peyameke wekî "Eger plana dagirkirina tevahiya Xezeyê ne li gorî dilê te be, divê tu îstifa bikî" ji Zamir re şandiye.
“Îhtimaleke mezin e ku namzedê serokatiyê yê Komariyan JD Vance be”
Li aliyê din, Trump got ku îhtimaleke mezin e namzedê serokatiyê yê Komariyan ê piştî wî Cîgirê Serok JD Vance be.
Li ser pirsa derbarê daxuyaniya wî ya duh a ku gotibû "Ez ji bo heyama 3yan namzediyê nafikirim", Trump îşaret bi JD Vance kir.
Serokê Amerîkayê, pirsa bi rengê "Ma piştî we dê namzedê Komariyan JD Vance be?" wiha bersivand:
"Bi ya min îhtimaleke mezin e. Ji bo ez adil bim, ew Cîgirê Serok e. Ez bawer dikim ku (Wezîrê Karên Derve) Marco (Rubio) jî dikare bi awayekî bi JD re bibe yek. Helbet ji bo axaftina li ser vê yekê hîn zû ye lê bê guman ew karekî hêja dike û niha belkî di pozîsyona favorî de ye."
Trump doh di hevpeyvîna xwe ya bi kanala CBNC Newsê re diyar kiribû ku ew niha namzediya serokatiyê ya heyama 3yan nafikire.
Ji bo Olîmpiyadên 2028an dê ji bo werzişvanên trans test bên kirin
Donald Trump her wiha ragihand ku ji bo rêlibergirtina beşdarbûna werzişvanên trans di Olîmpiyadên Los Angelesê yên 2028an de dê "testên xurt" bên kirin.
Trump piştî merasîma îmzeyan derbarê beşdarbûna werzişvanên trans di olîmpiyadan de nirxandin kir.
Trump diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê ji bo werzişvanên ku dixwazin beşdarî Olîmpiyadên Los Angelesê yên 2028an bibin "testên xurt" bên kirin û got, "Eger encamên testan guncav dernekevin, ew ê di olîmpiyadan de cih negirin."
Trump got, “Amerîka dê di Olîmpiyadên 2028an de nehêle ku mêr xelatên jinan bidizin.”
Serokê Amerîkayê Trump biryarnameya serokatiyê ya ku werzişvanên trans ji pêşbirkên werzişê yên jinan men dike îmze kiribû û gotibû ku biyolojîkî du zayendên 'mêr' û 'jin' hene û ew pênaseyên li derveyî vê qebûl nakin.
Li gorî biryarnameyê, eger saziyên perwerdeyê yên ku fonên federal werdigirin rê bidin werzişvanên trans ku beşdarî pêşbirkên werzişê yên jinan bibin, ew fon dê bên birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse