Hakan Fîdan: Divê Sûriye bi federalîzmê neyê parçekirin

13 demjimêr berê
Nîşan Hakan Fîdan YPG Sûriye Federalîzm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku nabe Sûriye bi  federalîzmê were parçekirin.

Fîdan îro li Enqereyê di konferansa "Piştî Salekê Jinûveavakirina Sûriyeyê" de axivî û helwesta welatê xwe eşkere kir.

"Divê hêzên çekdar bikevin bin fermana hikûmetê"

Hakan Fîdan, amadebûna Tirkiyeyê ya ji bo hewldanên jinûveavakirin û vejandina Sûriyeyê ducare kir.

Fîdan derbarê paşeroja Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got:

"Pêwîst e YPG vê yekê zanibe ku li ti welatî nabe du hêzên çekdar hebin.

Ew hêzên çekdar neçar in bikevin bin fermana hikûmeta Sûriyeyê."

Nîqaşên li ser federalîzmê

Ji dema ku hikûmeta Beşar Esed rûxiyaye, nîqaş li ser modela hikûmeta nû ya Sûriyeyê tên kirin.

Fîdan di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê anî zimên û got, "Divê Sûriye bi federalîzmê neyê parçekirin."

"Ne perçebûn ne jî zordarî"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser yekîtiya Sûriyeyê û wiha pê de çû:

"Yekîtiya Sûriyeyê ji bo başiya Kurd, Ereb, Sunî, Şie û Durziyan girîng e.

Lê belê ev nayê wê wateyê ku zexta yek ji pêkhateyan an mezheban li ser yên din hebe.

Eger wisa be, dê bibe modeleke nûjenkirî ya rejîma berê ku em li dijî wê ne jî."

Fîdan di dawiya axaftina xwe de got, "Anku, em dê ne bi federalîzmê welat parçe bikin ne jî bi anîna yekîtiyê gel biçewisînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst