Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser pêvajoyê got, "Daxwaza azadiyê ya Amedê û lêgerîna edaletê ya Stenbolê yek e"
Bakirhan her wiha got, “Dema hêzên hegemonîk xwe biçek dikin, Tirkiye behsa aştiyê dike. Ev gelekî bi qîmet e.”
DEM Partiyê li Stenbolê ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder panelek bi sernavê "Rewşenbîr û Hunermend Behsa Aştiyê Dikin" li dar xist.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panelê de axivî û got ku lidarxistina civînê ya ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder gelekî bi qîmet e.
Bakirhan wiha axivî, “Em pêvajoyê nîqaş dikin û hewl didin em bi hev re bersivan ji pirsên wekî ‘Gelo ev pêvajo dibe yan na, şert û merc guncav in an na, kî xwedî niyeteke baş e û kî ne, em bawer bikin yan na?’ re bibînin.
Em herî zêde baweriya xwe bi hemû rengan, bi paşeroj û dîroka vê tevgerê tînin.
Lidarxistina vê civînê ya ji bo bîranîna Sirri Sureyya jî gelekî bi qîmet e.
Sirri Sureyya ji bo ku aştî û demokrasî hebe, hewldanên mezin dan.
Ez di şexsê birêz Sirri Sureyya Onder de, hemû hevalên me yên ku heta îro di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye, careke din bi hemû hestên xwe yên dilpak bi rêzdarî bi bîr tînim.”
“Tirkiye behsa aştiyê dike, ev gelekî bi qîmet e”
Bakirhan bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û wiha anî zimên:
“Sûriyeyeke ku Durzî tê de ne bextewar bin û tim di bin gefa komkujiyê de bin, hebe çi dibe û nebe çi dibe?
Sûriyeyeke ku Kurd bi nasnameya xwe lê nejîn, heke bi metre metre dîwaran were dorpêçkirin çi dibe?
Rejîmên li vê herêmê, ev mesele qet fêm nekir. Ji bo pevçûn û şer veberhênaneke cidî heye.
Dema hêzên hegemonîk biçek dibin, Tirkiye behsa aştiyê dike. Ev gelekî bi qîmet e.
Tiştek bi qasî axaftina li ser zemîneke ku çek û pevçûn lê nebin, hêja û bi qîmet nîne.
Eger em aştiyeke birûmet pêk neynin, em dê bikevin bin serweriya serdestan û dewletên xwedî nasnameyeke yekperest.
Li Tirkiyeyê beşek piştgiriyê nade pêvajoyê. Dibêjin ku ev pêvajo dê welat parçe bike.
Ez nizanim aştiyê li kîjan welatî û li kû derê welat parçe kiriye lê nîjadperestî belayeke wisa ye ku rûniştina li ser maseyê jî wekî parçekirina welat dibîne.
Polîtîkayên sed salan zemîneke gelekî girîng ji vê re ava kir. Li şûna ku aştiyê biparêzin, hewl didin li hemberî aştiyê rawestin.
Eger em bi ser bikevin, Tirkiye dê bi ser bikeve. Kurd û Elewiyên ku têkoşîna hevwelatiya wekhev didin dê bi ser bikevin.
Jinên ku her roj tên kuştin dê bi ser bikevin. Ciwanên ku hêviyên wan hatine dizîn dê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê ev pêvajo girîng e.”
“Daxwaza azadiyê ya Amedê û lêgerîna edaletê ya Stenbolê yek e”
Bakirhan diyar kir ku daxwaza azadî û edaletê ji bo Kurd û Tirkan daxwazeke hevpar e û wiha pê de çû:
“Nan li Trabzonê ji parêzgeheke Kurdan erzantir nîne. Daxwaza azadiyê ya Amedê û lêgerîna edaletê ya Stenbolê yek e.
Em nikarin van her duyan ji hev cuda bikin. bihevre meşandina daxwaza edaletê ya Amedê û daxwaza azadiyê ya Stenbolê dê vî welatî demokratîk bike.
Eger em ji hev veqetînin dê hêzên heyî jê sûdê wergirin. Paşeroja hevpar dê çawa were avakirin?
Dê bi gihandina lêgerîna ewlehî û îstiqrarê ya Tirkan û daxwaza maf û naskirinê ya Kurdan were avakirin.
Em jî tam hewl didin vê yekê bikin. Parastina wateya aştiyê û tevkariya li avakirina wê, di heman demê de berpirsyariya me ya dîrokî ye.
Di rewşeke ku derew û propagandaya reş lê belav bûye de, anîna ziman a rastiyê û pûçkirina gotinên derewîn ên ku şer gur dikin, tam karê vê salonê ye.
Karê rewşenbîr, hunermend û nivîskaran e. Aştî, ew e ku kilama Şakiro ya li binê Çiyayê Agiriyê û sirûda Neşet Ertaş a li Anatolyaya Navîn bibin mêvanê hev.
Biratiya her duyan e. Avakirina aştiyê ji aliyê hunermend û rewşenbîran ve bi peyvan, notayan û rengan pêkan e.
Avakirina aştiyê, li ser zemîneke ku hemû dînamîkên civakê bi awayekî çalak beşdar bibin û têbikoşin, dikare were avakirin.
Ji ber vê yekê em jî baweriya xwe bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend, gel, karker û bindestên xwe tînin. Em baweriya xwe bi rêxistina xwe tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse