Tenê 10 mamosteyên Kurdî tên tayînkirin!

07-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Mamosteyên Kurdî Kurmancî Kirmanckî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê biryar da ku 20 hezar mamoste bên tayînkirin lê tenê 10 ji wan mamosteyên Kurdî ne.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, bername û plana tayînkirina 20 hezar mamosteyî ragihand.

Ji 20 hezar mamosteyî tenê 6 mamoste yên Kurmancî û 4 mamoste jî yên Kirmanckî (Zazakî) ne.

Li hêla din, ji bo Almanî 288, ji bo Erebî 262 û ji bo Îngilîzî jî 968 kontenjan hatine veqetandin.

Li gel ku gelek nerazîbûn û îtiraz hene jî Hikûmeta Tirkiyeyê her sal kontenjaneke gelekî kêm ji bo mamosteyên Kurdî vediqetîne.

“Li welatekî ku bi milyonan Kurd dijîn tayînkirina 10 mamosteyan kêm e”

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Aziz Baydilli derbarê mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

"Hejmara ku ji bo Kurmancî û Zazakî hatiye diyarkirin kêm e.

Pêwîst e Wezareta Perwerdeyê nifûsa Kurdan li ber çavan bigire û li gorî wê kontenjana mamosteyên Kurdî diyar bike.

Li welatekî ku bi milyonan Kurd dijîn tayînkirina 10 mamosteyan kêm e.

Herî kêm 20 hezar xwendekarî îsal dersa Kurdî hilbijartiye.

Ji bo zarokên Kurd karibin bi zimanê dayîkê perwerdeyê wergirin pêwîst e hejmara mamosteyan bê zêdekirin."

Hikûmeta Tirkiyeyê her sal 2 an 3 mamosteyên Kurdî tayîn dike.

Tenê beriya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan 50 mamosteyên Kurdî tayîn kirin ku 35 ji wan mamosteyên Kurmancî û 15 ji wan jî mamosteyên Kirmanckî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst