Li Mêrsînê mînîbusa karkeran wergeriya: 5 mirî û 14 birîndar hene

07-10-2025
Nîşan Mêrsîn Qeza Karker Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdemliyê ya Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê wergeriya.

Di vê qezayê de 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa bi plakaya 33 VLP 55 a ku karkerên çandiniyê vediguhastin li Taxa Aydinlarê li devera Avgadiyê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Tîman diyar kir ku 5 kesên di wesayîtê de mirine û her 14 birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Lêkolîna tîman a li cihê qezayê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst