Mirina karkeran: Sektorên çandinî û înşaatê di rêza yekem de ne

07-11-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mirin Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – ISIGê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 169 karker li ser kar mirine.

Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Kar (ISIG) rapora xwe ya mirina karkeran a meha Çiriya Pêşînê belav kir.

Hat ragihandin ku meha Çiriya Pêşîn herî kêm 169 karker li ser kar mirine.

Bi vê yekê re, hejmara karkerên ku di 10 mehên îsal de mirine gihîşte hezar û 737 kesan.

Li gorî raporê, 12 ji karkerên ku meha Çiriya Pêşîn mirine jin in û sedema sereke ya mirinan jî bi rêjeya ji sedî 23yê wekî "pelçiqîn-pelçiqandin" hatiye tomarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku mirin herî zêde di sektora çandiniyê de bi 46 karkeran û piştî wê jî di sektora înşaatê de bi 43 karkeran çêbûye.

Dabeşkirina mirina karkeran a li gorî sektoran wiha ye:

Çandinî: 46 karker

Înşaat: 43 karker

Veguhastin: 25 karker

Hesin: 10 karker

Bazirganî-Perwerde: 8 karker

Sektorên Din: 37 karker

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst