Hewlêr (Rûdaw) – Mînîbusa karkerên şaredariyê li parêzgeha Samsun a Tirkiyê wergeriya û di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Bûyer îro serê sibehê li navçeya Atakum a Samsunê û li cadeya Ferhat a li taxa Mewlana çê bûye û mînîbusa şaredariya Atakumê ji ber nemana stopê wergeriyaye.
Di encama bûyerê de 2 ji karkeran canê xwe ji dest dane û 20 kesên din jî birîndar bûne.
Tîmên hawarçûna bilez a 112 û tîmên tendirustiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Polîs û tîmên Berevaniya Sivîl jî bo cihê bûyerê hatin şandin.
Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û li gor agahiyên destpêkê, mînîbusê fren (stop) birriye û ji ber wê jî şofêr kontrola mînîbusê ji dest daye û bûyer ji encama wê yekê qewimiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse