Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ragihand ku daxwazên ji bo zimanê dayîkê, demokrasî û azadiyê nabin sedema dabeşbûna welatan.
Aslan her wiha got, "Eger kesek bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive welat dabeş nabe."
Serokê EMEPê Seyît Aslan li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê, bi nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî û rojnamegeran re civiya.
Aslan rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyeyê nirxand û bal kişand ser Pirsgirêka Kurdan û mafên zimanê dayîkê.
"Daxwaza wekheviyê li holê ye"
Seyît Aslan rexne li nêzîkatiya desthilatê ya li ser Pirsgirêka Kurdan girt û got:
"Em bi hişmendiyekê re rûbirû ne ku çareseriya Pirsgirêka Kurdan tenê dispêre 'Tirkiyeya bêteror'.
Lê daxwaza gelê Kurd a ji bo wekhevî û azadiyê hîn jî li holê ye.
Hîn jî dema mijara zimanê dayîkê tê rojevê, dibêjin 'ev mijar Tirkiyeyê dabeş dike'. Ev îdia ne rast in."
Seyît Aslan di berdewamiya axaftina xwe de daxwazên li ser zimanê dayîkê wekî daxwazên rewa pênase kirin.
Aslan wiha axivî:
“Bi axaftina zimanê dayîkê welat dabeş nabin, bi daxwaza demokrasiyê welat dabeş nabin, bi xwestina azadî û dadperweriyê welat parçe nabin.
Îro polîtîkayên aborî, zext û tundiyê hemû bi hev ve girêdayî ne.
Lê em dikarin li ser daxwazên bingehîn têkoşîneke hevbeş bimeşînin."
Serokê Giştî yê EMEPê bang kir ku li dijî hejariyê, li dijî binpêkirina mafên demokratîk û ji bo parastina jinan ji tundiyê, divê çîn û texên civakê bi hev re bin.
Seyît Aslan her wiha got, "Ji bo meaşekî ku mirov bikaribe pê bijî û ji bo paşerojeke ronî, em dikarin bi hev re têkoşînê bikin."
Daxwaza zimanê dayîkê daxwazeke rewa ye
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse