Li Londonê 'Pirsgirêka Kurdan û guherînên li Rojhilata Navîn' hatin nîqaşkirin

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Navenda ji bo Bipêşxistina Kurdî London Kurdî Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Londonê di panela ku ji aliyê "Navenda ji bo Bipêşxistina Kurdî" ve hat organîzekirin de, rewşa jeopolîtîk a pirsgirêka Kurdan a li herêmê, mafên Kurdan û bandorên şerên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Navenda ji bo Bipêşxistina Kurdî li Qesra Westminsterê ya li Londona paytexta Brîtanyayê, paneleke bi navê "Pirsgirêka Kurdan û Guherînên Dînamîk ên Jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn" li dar xist.

Di panelê de, ji Zanîngeha Middlesexê Doç. Dr. Janroj Yilmaz Keleş, Lêkolînera Zanîngeha Middlesexê Dr. Sinem Arslan, ji Zanîngeha Sussexê Dr. Kamran Matin û ji Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Jeffrey Thomas Miley wekî axêver beşdar bûn.

Di panelê de bandorên guherînên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn ên li ser Kurdan, "pêvajoya nû" ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, mafên Kurdan û girîngiya wan a ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst