Tirkiye di mafên karkeran de di nava 10 welatên herî xirab de ye

08-06-2025
RÛDAW
Nîşan Karker Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî  (ITUC) Tirkiye îsal di mafên karkeran de ji 151 welatan di nav 10 welatên herî xirab de ye.

Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora xwe ya li ser mafên karkeran belav kir.

Li gorî raporê, Tirkiye di mafên karkeran de ji 151 welatan, di nav 10 welatên herî xirab de ye.

Tirkiye di mafên karkeran de di heman koma welatên wekî Bangladeş, Belarus, Ekvador, Misir, Esvatîn, Myanmar, Nîjerya, Fîlîpîn û  Tunusê de ye.

Di raporê de zanyariyên li ser 6 hezar û 750 karkerên endamên Konfederasyona Sendîkayên Mafên Karkeran a Tirkiyeyê de jî cih digirin ku ji Adara 2024an ve ji kar hatine derxistin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku zêdeyî 30 hezar karkerên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hatine neçarkirin ku ji sendîkayên mafên karkeran îstifa bikin.

Li gorî raporê ji tevahiya 151 welatan li ji sedî 72yê wan xwe gihandina edaletê ya karkeran sînordar maye.

Li ji sedî 87ê wan welatan jî mafê grevê yê karkeran hatiye binpêkirin û li ji sedî 74ê wan jî mafê tomarkirina yasayî yê sendîkayan hatiye astengkirin.

Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) di rapora xwe de eşkere kiriye ku li 71 welatan karker hatine girtin û ev rêje 2025an li gorî sala 2014an du qat zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst