Hewlêr (Rûdaw) – Cîvîna Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ji ber “bernameya qerebalix” hat bipaşxistin.
Li gorî plana, civîna Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) dê îro demjimêr 13:30î li Wezaretê Dadê pêk bihata.
Lê DEM Partiyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ev civîn ji ber bernameya qerebalix hatiye bipaşxistin û got:
“Ev bername, ji ber bernameya qerebalix hatiye taloqkirin. Dema roj û saeta civînê diyar bûn dê dîsa agahî were dayîn.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk dihat roja yekşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Heyeta Îmraliyê doh jî (duşem) bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî civiyabû.
DEM Partiyê li ser civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek belav kiribû û gotibû:
“Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê îradeya her du aliyan berdewam dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse