Erdogan li ser xebatên komîsyonê daxuyanî da

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, cara yekem li ser komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye avakirin axivî û spasiya partiyên siyasî kir.

Erdogan got: "Bi vê komîsyonê re siyaseta Tirkiyeyê qonaxeke psîkolojîk derbas kir û pêşdaraziyek şikand."

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî tevlî civînê bûn

Hat ragihandin ku dê tomarên civînê 10 salan neyên eşkerekirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" de ku ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye avakirin axivî.

Erdogan di axaftina xwe de ji ber peyamên avaker spasiya nûnerên partiyên siyasî kir û bal kişand ser hevgirtina navxweyî ya li Tirkiyeyê.

"Siyaseta Tirkiyeyê qonaxeke psîkolojîk derbas kir"

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku di pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" de qonaxeke nû dest pê kiriye û wiha got:

"Bangên me yên ji bo piştgiriya siyasî ya pêvajoyê bersiveke erênî dîtin.

Li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin, bi vî awayî siyaseta Tirkiyeyê qonaxeke psîkolojîk derbas kir û pêşdaraziyek din şikand.

Em ji destpêkirina xebatên komîsyonê gelekî kêfxweş in û em hêvî dikin ku atmosfera erênî ya roja yekem di rojên pêş de xurttir bibe."

"Em hemû bedena xwe dixin bin kevir"

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi pêşhatên dawî yên li herêmê jî kir û wiha domand:

"Dema ku li herêma me lîstikên nû tên lîstin, ji bo ku Tirkiye bi biryardarî gavên ku van lîstikan pûç bike bavêje, ev yek pêwîstiyeke aqilê dewletê ye.

Em dikarin ji vê xeleka agirê ku li dora me ye, ne bi destkeftiyên demkî lê tenê bi nêzîkatiyeke stratejîk û bi îradeyeke xurt derkevin.

Em çi rîskê digirin, ji bo vê yekê digirin. Wekî Tifaqa Cumhur, em ne tenê destê xwe lê hemû bedena xwe ji bo vê yekê dixin bin kevir.

Em dixwazin li welatê xwe û li herêma xwe deriyên serdemeke nû vekin. Peyame me yekîtî ye, naveroka wê jî biratî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin