Erdogan û Bahçelî li hev civiyan

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî pêşwazî kir.

Civîn ji çapemeniyê re girtî bû û tê çaverêkirin ku rojeva sereke ya hevdîtinê pêvajoya çekdanîna PKKyê be.

Dê sibe komeke gerîlayên PKKyê li Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe deynin.

Erdogan û Bahçelî herî dawî 6ê Gulanê hevdîtinek kiribû.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku Berdevkê AK Partiyê ragihandibû ku dê Erdogan roja şemiyê daxuyaniyeke dîrokî bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst