Serokê BBPê nexşeya Kurdistanê bilind kir û gef li Kurdan xwar

08-11-2021
RÛDAW
Mustafa Destîcî sivkayetî bi nexşa Kurdistanê kir
Mustafa Destîcî sivkayetî bi nexşa Kurdistanê kir
Nîşan Mustefa Destîcî Nexşa Kurdistanê Kurd BBP Tifaqa Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nexşeya Kurdistanê van rojan di rojeva hemû partiyên siyasî ê Tirkiyê de ye. Serokê BBPê Mustafa Destîcî jî li gel bilindkirina nexşeyeke Kurdistanê got, “dixwazin dewletekê ava bikin” û gef li Kurdan xwar.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî, di kongreya partiya xwe ya bajarê Rîzeyê de, sivkayetî bi nexşeya Kurdistanê kir û gef li Kurdan xwar.

Mustafa Destîcî got ku Selahattîn Demîrtaş, HDP û PKK “dibêjin, pirsgirêka Kurd pirsgirêka statûyê ye. Ango dibêjin, em statûyê dixwazin. Ango em xweseriyê dixwazin. Ango em perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin. Dibêjin, em dixwazin peyva Tirk ji destûra bingehîn bê derxistin. Ji vê jî girîngtir, dibêjin emê dewletekê ava bikin.”

Serokê BBPê ku hevpeymanî li gel Tifaqa Cumhur pêk aniye, got, “We heya niha dîtiye ku birêz Kiliçdaroglu, birêz Akşener, Karamollaoglu, Davutoglu û Babacan li hemberî vê nexşeyê nerazîbûna xwe nîşan dabe.”

Mustafa Destîcî ku bi dijayetiya xwe ya li dijî Kurdan tê naskirin, sivkayetî bi nexşeya Kurdistanê kir, ew nexşe qetand û gef li Kurdan xwar, “Em dê xewn û xeyalên we, li we bikin kabûs.”

Ev yek di demekê de ye ku vê heyama dawîn navê Kurdistanê bûye yek ji rojeva sereke ya hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê ku ev nîqaş piştî serdana Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a bo Sêrtê germtir bû.

Di wê serdana Meral Akşener de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ji Akşener re got, “Ev cihê niha tu lê yî Kurdistan e.”

Piştî van gotinan Cemîl Taşkesen bi tometa `propagandaya terorê` hatibû desteserkirin û paşê hatibû berdan.

Wî welatiyê Kurd bi helwesta xwe ya li hember Seroka ÎYÎ Partiyê, Kurdistan kir rojeva Tirkiyê û heta niha jî nîqaş berdewam in.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de li hemberî wan gotinên dikandarê Kurd nerazîbûneke tund nîşan dabû.

Herwiha akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum jî ji ber ku li ser hesaba xwe ya Twitterê li gel nexşeya Kurdistanê û wêneyê Mele Mistefa Barzanî, peyama `Bijî Kurdistan` belav kiribû, ji karê xwe yê li zanîngeha Firatê hatibû dûrxistin, ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û dadgehê biryara girtinê derbarî wî de dabû.

Siyasetmedarên Kurd û yên opozîsyona Tirkiyê jî ji Amedê bersiva wê dijayetiya li hember navê Kurdistanê dabûn û ji Rûdawê re tekez kiribûn, “Kurdistan hebûye, heye û dê her hebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst