Li Tirkiyê dora serlêdana vîzeyê dirêjtir û krîza wê jî her ku diçe kûrtir dibe

09-06-2023
Omer Sonmez
Li Tirkiyê dora serlêdanê vîzeyê dirêjtir û krîza wê jî her ku diçe kûrtir dibe
Li Tirkiyê dora serlêdanê vîzeyê dirêjtir û krîza wê jî her ku diçe kûrtir dibe
Nîşan Vîze Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina demsala havînê li Tirkiyê ji ber sedemên cuda welatiyên ku dixwazin biçin Ewropayê ji bo ku vîzeya Schengenê bigirin berê xwe didin "Navendên Serlêdana Vîzeyê" û rêzên dirêj çêdibin. Lê welatên endamên Yekitiya Ewropayê bi sedemên cuda, serlêdana vîzeya Shengenê ya welatiyên Tirkiyê red dikin.

Li gorî nûnerên sektora geştûzuzariyê, di salên borî de rêjeya redkirina vîzeya Schengenê ya welatiyên Tirkiyê ji sedî 15 bû, lê niha ev rêje gihiştiye ji sedî 50. Di nav 13 xalên sedema redkirinê de, herî zêde sedema, "nabawerbûn û nezelaliya sedem û motîvasyona serdanê" tê dîtin û herî zêde serlêdana ciwanan bi egera penaberiyê tê redkirin. Li Tirkiyê di nav kesên hatine redkirin de hunermend û lîstikvanên navdar jî hene.

Di demên dawî de welatên endamên Yekitiya Ewropayê bi sedemên cuda, serlêdana vîzeya Shengenê ya welatiyên Tirkiyê red dikin û ev krîza vîzeyê di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de her diçe kûrtir dibe.

Burak Aktaş ê 30 salî yê ku li Stenbolê di kompanyayeke bazirganî ya navneteweyî de dixebite, yek ji wan kesan e ku serlêdana wî ya bo vîzeya Schengenê hatiye redkirin. Burak ji bo vîzeya turîstîk a 10 rojan bigire beriya mehekê serî li Serkonsolosxaneya Fransî ya Stenbolê daye lê li gel ku ew salekê li Fransayê maye û zimanê Fransî baş dizane jî vîzeya wî bi hinceta ku “sedem û motîvasyona serdana wî ne zelal e” hatiye redkirin.

Welatî Burak Aktaş got, “Sedema redkirina serlêdana min wiha ye; dibêjin motîvasyona serdan û belgeyên hatine pêşkêşkirin hev nagirin. Niha ez ê îtîraza serkonsulxaneyê bikim. Du rêbaz hene ji xwe; yan tu yê îtîraz bikî, yan jî tu yê ji nû ve serî li vîzeyê bidî lê ez ê bi daxwaznameyekê îtîraza serkonsolosxaneyê bikim.”

Li Tirkiyê bi hatina demsala havînê ji ber sedemên cuda welatiyên ku dixwazin biçin Ewropayê ji bo ku vîzeya Schengenê bigrin berê xwe didin “Navendên Serlêdana Vîzeyê”. Ev navendên ku girêdayî kompaniyên taybet in bi serkonsolosxaneyên biyanî re lihevkirî ne û di navbera welatî û serkonsulxaneyan de bi heq navbeynkariyê dikin.

Şêwirmendê Vîzeyê Kerem Çetinalp anî ziman, “Lazim e ku di belgeyên serlêdanê de kêmasî tunebûn. Her wiha lazim e hûn sedema serdana xwe ronî bikin. Yanî ji bo serdana malbatê ye, bazirganî ye, geştûguzarî an wendekarî ye. Li aliyê din, sedema zêdebûna redkirina vîzeyan ji ber endîşeya penaberiya welatiyên Tirkiyê ye.”

Li gorî nûnerên sektora geştûzuzariyê, di salên borî de rêjeya redkirina vîzeya Schengenê ya welatiyên Tirkiyê ji sedî 15 bû, lê niha ev rêje gihiştiye ji sedî 50. Bihayê serlêdana vîzeya Schengenê 80 Euro ye, welatî ji 40 Euro heta 100 Euro jî didin navendên serlêdana vîze û acenteyên navbeynkar.

Welatiya ku serlêdana vîzeyê kiriye Oyku Tugrul jî got, “Min bi qasî 170 Euro mafê serlêdana vîzeyê da. Di nav de 80 Euro bihayê serlêdana vîzeyê, 100 Euro jî ji bo fîrmaya navenda vîzeyê bû.”

Di nav 13 xalên sedema redkirinê de, herî zêde sedema, “nabawerbûn û nezelaliya sedem û motîvasyona serdanê” tê dîtin û herî zêde serlêdana ciwanan bi egera penaberiyê tê redkirin.

Li Tirkiyê di nav kesên hatine redkirin de hunermend û lîstikvanên navdar jî hene.

Tê gotin ku herî zêde Almanya serlêdana vîzeyê red dike lê Balyozxaneya Almanya ya Enqereyê dide xuyakirin ku ew di maweya Çile û Gulana 2023yan de 100 hezar vîzeya Schengenê dane welatiyên Tirk ku ev rêje li gorî heyama sala borî ji 40 hezarî zêdetir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst