Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi avêtina 15 welatiyan ji helîkopterê tohmetbar e.
Sezgîn Tanrikulu bi telefonê bû mêvanê bernameyekê û diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi wê yekê tohmetbar e ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 15 welatî ji helîkopterê avêtine.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di bernameya televîzyonî de behsa beşek ji tawanên ku artêşa Tirkiyeyê yên ku di salên 80 û 90an de li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan pêk anîne kir.
Tanrikulu ku bi xwe di heman demê parêzerê beşek ji dosyeyên wan tawanan e û wan dosyeyan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne.
Li gundê Nederanê 15 gundî ji helîkopterê avêtine
Tanrikulu diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê li dadgehê bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 1993yan de li gundê Nederanê yê navçeya Pasûrê ya Amedê 15 gundî ji helîkopterê avêtine.
Tanrikulu da zanîn ku doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê gundê wan jî şewitandine û bombebaran kirine.
Gotinên Sezgîn Tanrikulu di nav mêvanên di bernameyê de, bû sedema nerazîbûnan.
Mêvanan parlamenterê CHPyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li şûna rexneyan li PKKyê bigire berdewam berê rexneyên xwe dide artêşa Tirkiyeyê.
Li gorî mêvanan ew bi vê jî nirxên niştimanî yên Tirkiyeyê bin pê dike û sivikatiyê û gotinên xirab ji artêşa Tirkiyeyê re dibêje.
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 8 biryar dan”
Parlamenterê CHPyê bersiva kesên beşdarî bernameyê bûne da û got:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 8 biryarên yekalîker li ser dosyeya avêtina 15 gundiyan ji helîkopterê daye.”
“Kê ew gund şewitandin?”
Tanrikulu li ser rexneyên li hemberî xwe ji mêvanên bernameyê pirsî:
“Kê ew hemû gund şewitandin ew artêşa ji Rûsyayê hatiye? Bûyera Roboskiyê hîn nû ye, gelo ew balafir ji Rûsyayê, yan ji Ermenistanê hatin û ew bombebaran kirin?”
Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamenterê CHPyê yê Amedê ameje bi wê yekê da ku ew dê lêpirsînê li karên artêşa Tirkiyeyê bikin û got:
“Hemû karên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dike ji rexneyê ne dûr in û em dê lêpirsînê bikin. Em ji bo nehîştina gumanên bi vî awayî yên li ser Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê vê lêpirsînê dikin.”
Beşek ji mêvanên bernameyê li ser van axaftinên Tanrikulu gotin ku ew bawer nakin parlamenterekî CHPyê rabe û van gotin û rexneyan ji artêşa Tirkiyeyê re bibêje.
Axaftinên Sezgîn Tanrikulu li ser tora civakî jî belav bûn û bi taybetî di nav aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûnan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse