Parêzeran li ser ‘egera berdana Demîrtaş’ daxuyanî da

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş HDP DMME Tirkiye Hikûmeta Tirkiyê Konseya Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê di bersiva xwe ya bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa de derbarê Selahattin Demirtaş  gotibû dibe ku bi merc bê berdan, lê  parezerên wî dibêjin eger Demirtaş li ser wê dozê bi merc bê berdan jî nikare ji girtîgehê derbikeve.

Hikûmeta Tirkiyê di bersiva xwe ya bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa de derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de diyar kiribû, dibe ku Demirtaş di 3ê Mijdara 2021ê de bi merc bê berdan û eger ev yek pêkneyê Demirtaş dê heta 3ê Kanûna 2023an cezayê xwe bikêşe.  

Parêzerên Selahattin Demirtaş jî  derbarê wê bersiva Tirkiyê bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa de daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê amaje bi wê yekê hatiye dan ku tevî biryara Dadegeha Mafên Mirovan û Komîteya Wezîran a Ewropayê biryara berdana Demirtaş nehatiye cîbicîkirin û tê gotin, “Hikûmetê derbarê înfaza cezayê Demirtaş de wek ku biryara Dadegeha Mafê Mirovan nebe li ser çawaniya berdana wî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Lê Dadegeha Mafên Mirovan û Konseya Ewropa derbarê Demirtaş de biryara azadkirinê dabû û gotibû divê ev biryar bilez bê cîbicîkirin. Hikûmeta ku guh neda vê bangawaziyê, di bin banê plana çalakiyê de peyamek şandiye û hewl daye ji bo helwesta xwe ya cîbicînekirina vê biryarê hincetan bibîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, “Eger Demirtaş di çarçoveya dosyeyê de bi merc bê berdan jî nikare ji girtîgehê derbikeve. Ji ber ku di çarçoveya doza ku li Dadgeha 22emîn a Cezayê Giran a Enqerê de, ku ev  doz weke Doza Kobanî berniyas e,  di Îlona 2019an de cara duyem hatiye girtin û ev biryara girtinê ya nehiquqî ya derbarê wî hê jî berdewam e.”

Parêzeran bang li Hikûmeta Tirkiyê û meqamên darazê kirin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa bên cîbicîkirin û Demirtaş bê berdan.

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji al 2016an ve li bajarê Edîrnê yê Tirkiyê ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatiye girtin û di zindanê de ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Demirtaş de biryara azadkirinê dabû û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo cîbicîkirina biryara dadgehê, heta 30ê Îlonê dem dabû hikûmeta Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst