Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Divê komar demokratîk bibe û hebûna Kurdan red neke."
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Osmaniyeyê ji alîgirên partiya xwe re axivî.
Bakirhan teqezî li ser wê yekê kir ku divê Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, aştiya civakî ji nû ve bê avakirin û Tirkiye demokratîk bibe.
Bakirhan jiyana hevpar a Kurd û Tirkan a li Osmaniyeyê bi bîr xist û got:
“Birêz Ocalan gaveke wisa dîrokî avêt ku got, 'Eger demokrasî hebe pêwîstî bi çekan nîne.
Eger ziman, nasname û paşeroja Kurdan neyê înkarkirin, pêwîstî bi çekan nîne.'
Ji bo demokratîkbûna vî welatî derî vekir.”
Tuncer Bakirhan amaje bi hewlên Ocalan ên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan jî kir û got:
"Wê demê derfeteke mezin pêşkêşî Tirkiyeyê kir lê zemîneke hiqûqî û siyasî nehat avakirin.
Divê komar êdî ne li ser zemîneke ku Kurdan înkar dike lê li ser zemîneke ku wan wekî welatiyên wekhev qebûl dike rûne."
“Gelê Osmaniyeyê dev ji biratiyê berneda”
Bakirhan bal kişand ser astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî û got:
"Zimanê zikmakî yê Kurdan, bi qasî şîrê spî yê dayikê helal e. Em welatekî ku her kes bi zimanê xwe bi azadî biaxive û perwerdeya xwe bibîne dixwazin.
Kurdî ne zimanekî nenas e û ne jî zimanekî ku divê bê qedexekirin e.
Ew zimanê hezar salî yê qedîm ê van axan e. Înkarkirina wî zimanî têkdana biratiyê ye."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê behsa silavdayîna Devlet Bahçelî ya li DEM Partiyê jî kir û got:
"Wê rojê Bahçelî jî klîşeyek şikand. Ew destdirêjkirin, di rastiyê de nîşan dida ku Tirkiye dikare ji bo aştî û biratiyê gavan biavêje.
Em dixwazin ew îrade berdewam bike. Her îradeya ku ji bo aştiyê tê nîşandan, ji bo paşeroja gelan bi qîmet e."
"Divê Tirkiye demokratîk bibe"
Bakirhan bi boneya pêvajoyê teqezî li ser demokratîkbûnê kir û got, "Em sed sal in bi hev re ne, heta hezar sal in em li ser vê axê mil bi mil jiyane.
Êdî dema demokratîkkirina vê komarê hatiye. Divê polîtîkayên ku Kurdan red dikin, zimanê wan qedexe dikin û ji ber ramanên wan dixin zindanan bi dawî bibin.
Em çi qasî li aştiyê xwedî derkevin, em dê ew qasî paşeroja zarokên xwe biparêzin.
Eger aştî hebe, em dê pêşî li kuştina jinên xwe bigirin, em dê vegerin zozanên xwe, em dê bi azadî bijîn.
Eger aştî hebe, Tirkiye dê mezin bibe, gel dê di nav refahê de bijîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse