Tuncer Bakirhan: Apê Îshaq ji bo têkoşîna me nirxekî bilind bû

09-11-2025
Nîşan Îshaq Tepe Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya koça dawî ya çalakvanê Kurd Îshaq Tepe sersaxî xwest û got, “Apê Îshaq bi berxwedan, ked û baweriya xwe bû nirxekî bilind ji bo têkoşîna me.”

Îshaq Tepeyê bavê rojnameger Ferhat Tepeyê ku bi “kuştineke kujernediyar” hatibû kuştin koça dawî kir.

Ew yek ji navên naskirî yên siyaseta Kurdan û têkoşîna çandî ya Kurdan bû.

Ji salên 1960î ve bi awayekî çalak di qada siyasetê de cih girt û di xeteke ku ji birêvebiriya herêmî heta siyaseta neteweyî dirêj dibû de peywirên cuda pêk anîn.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser koça dawî ya Îshaq Tepe peyameke ya sersaxiyê belav kir.

"Serê gelê Kurd sax be"

Tuncer Bakirhan di peyama xwe de wiha got:

"Ez ji ber koça dawî ya kedkarê mezin ê ziman û çanda Kurdan û têkoşerê azadiya gelê Kurd Birêz Îshaq Tepe pir xemgîn im.

Îshaq Tepe li aliyekî di nav kar û xebatên siyasî û çandî de di her şert û mercan de cih girt, li aliyê din 32 salan ket pey edaletê ji bo kurê xwe Ferhat Tepeyê ku ji aliyê hêzên tarî ve hate kuştin.

Apê Îshaq bi berxwedan, ked û baweriya xwe bû nirxekî bilind ji bo têkoşîna me û dê her û her di dilê gelê Kurd de bijî.

Serê malbata wî û gelê Kurd sax be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst