ENQERE - Ji girtîgehê bi destûr derket û dayîk, hevjîn û keça xwe kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Enqere Recep C.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê kesekî dayîka xwe, keça xwe ya 8 salî û hevjîna xwe ya ku di qonaxa hevberdanê de bûn kuştin û paşê jî xwe kuşt.

Hat zanîn ku Recep C.yê 35 salî Kanûna Pêşîn a 2025an ji girtîgehê bi destûr derketiye.

Recep C. li Taxa Kuşcagizê ya Keçîorenê dayîka xwe Azize C.ya 57 salî û keça xwe Azra C.ya 8 salî bi demançeyê kuştin.

Recep C. termên wan xistin bagaja otomobîlê û çû mala hevjîna xwe Beyzanur C.ya ku di qonaxa hevberdanê de bûn.

Recep C. hevjîna xwe jî kuşt û paşê jî bi heman demançeyê xwe kuşt.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Dadî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst