‘Lêpirsîna Bertîlê’ - Biryara danîna qeyûm û desteserkirina 20 kesan hat dayîn

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Lêpirsîna Bertîlê Antalya Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna “wergirtina bertîlê” de biryara desteserkirina 20 kesan hat dayîn.

Her wiha biryar hat dayîn ku li televîzyoneke Antalyayê qeyûm bê danîn.

Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê dest bi lêpirsînê kiribû û Serokê Şaredariyê Muhîttîn Bocek hatibû girtin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de ji bo 20 kesên din biryara desteserkirinê hat dayîn û li çend navnîşanan operasyon hat kirin.

Li ser Kanal Vyê qeyûm hat danîn

Li ser televîzyona “Kanal V”yê ya ku li wî bajarî weşanê dike jî qeyûm hat danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst