'Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê nexweşxane bombebaran kirin, Wezareta Tenduristiyê dengê xwe nekir'

10-11-2023
RÛDAW
Parlamentera HEDEPê Gulistan Koçyigit
Parlamentera HEDEPê Gulistan Koçyigit
Nîşan Gulistan Koçyigit HEDEP Rojavayê Kurdistanê Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê ji ber bombebarana nexweşxaneyan Îsraîl rexne kir, parlamentera HEDEPê jî ji ber bombebaranên li Rojavayê Kurdistanê ew rexne kir.

Roja pêncşemê bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê di Lijneya Plandanîn û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser budçeya wezaretê ya 2024an gotûbêj hatin kirin.

Wezîrê Tenduristiyê ji ber bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê, Îsraîl rexne kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca anî ziman:

“Ez doh êvarî bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê re axivîm. Min wekî Wezîrê Tenduristiyê û bijîşkekî bi eşkereyî ragihand ku ti cureyên tundûtûjiyê nayên qebûlkirin.

Em xwedî nêrînekê bûn ku îzaha berdewamnekirina xizmetên tenduristiyê nîne.”

Parlamentera HEDEPê Gulistan Koçyigitê jî tevî ku piştgiriya gotinên wezîr kir lê ji ber bombebarankirina nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve rexne li wî kirin.

“Wezareta we ti daxuyanî nedan”

Parlamentera HEDEPê Gulistan Koçyigit got:

“Hikûmeta ku hûn jî di nav de ne li Rojava nexweşxane bombebaran kirin. Me ti daxuyaniyek ji we nebihîst.

Wekî nimûne Nexweşxaneya Coronayê ya Kobaniyê û Nexweşxaneya Dêrikê hatin bomberankirin.

Mixabin wezareta we ti daxuyanî nedan lê ji ber ku ji bo şerê Rojava û dagirkeriya Efrînê daxuyanî dan û gotin, ‘şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e we li ser Yekîtiya Bijîşkên Tirk gilî tomar kir.”

Artêşa Tirkiyeyê sala 2018 û 2019an êrişî Efrîn, Serê Kaniyê û Grê Spî kir û ew der kontrol kirin.

Êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in û Tirkiyeyê meha borî li Rojavayê Kurdistanê 104 cih kirin armanc ku piraniya wan cihên xelkê sivîl û navendên tenduristî û xizmetguzariyan û jêrxaneya aborî bûn.

Ji ber êrişan nêzîkî 5 milyon kesan zerar dît. Di nav de jin û zarok 44 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst