Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis civiyan.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis li ber deriyê Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê pêşwazî kir.
Piştî hevdîtina dualî, Erdogan û Mitsotakis dê serokatiya Civîna 6emîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Yûnanistanê bikin.
Erdogan û Mitsotakis dê paşê beşdarî merasîma îmzekirina peymanan bibin.
Piştî îmzekirina peymanan, Erdogan û Mitsotakis dê konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar bixin.
Mitsotakis dema gihîşt Koşkê, silav da Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettîn Duran û Şêwirmendê Taybet ê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç.
Di hevdîtinê de Hakan Fîdan û Akîf Çagatay Kiliç jî amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse