Nasnameya kesê ku di erdheja Balikesîrê de mir diyar bû

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Nîhat Odabaş Balikesîr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku ew kesê di erdheja li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê de miriye Nîhat Onbaşê 81 salî ye.

Onbaş di bin kavilên avahiyekê de mabû ku ji ber tundiya erdheja 6,1 pileyan rûxiyabû.

Nîhat Onbaş tevî hemû hewldanan, piştî ku ji bin kavilan hat derxistin nehat rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku Onbaş apê lîstikvan û şanogera Tirk Eylul Tumbarê ye.

Doh li navçeya Sindirgiyê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû. Di erdhejê de Nîhat Onbaşê 81 salî mir û 52 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tenduristiyê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu ragihand ku rewşa birîndaran baş e.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhejê saet 19:53an di kûrahiya 11 kîlometreyan de rû da.

Piştî erdheja sereke, heta niha 41 erdhejên din ên biçûk jî çêbûne ku hêza ya herî mezin 4,6 pile bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin