Erdhejeke bihêz Balikesîr hejand

27-10-2025
RÛDAW
Nîşan Erdhej Balikesîr Sindirgi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr di 22:48an de li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê erdhej li bajarên wekî Îzmîr, Manîsa, Stenbol û Eskîşehîrê jî hatiyê hîskirin

AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 5,99 kîlometreyan di bin erdê de bûye. Welatiyên li parêzgehên wekî Stenbol, Îzmîr û gelek parêzgehên din ên herêmên Marmara û Egeyê jî bi erdhejê hesiyane.

Piştî erdheja yekem, demjimêr di 22:50an de bi hêza 4,2 pileyan erdhejeke din çêbû ku kûrahiya wê jî 7 kîlometre di bin erdê de bû.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yılmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhejê de peyamek belav kir û got, "Ji bo hemû welatiyên me yên ku ji ber erdhejê bandor bûne, derbasî be.

Saziyên me yên pêwendîdar, bi taybetî AFAD, dest bi xebatên lêkolîna qadê kiriye. Xwedê welat û miletê me ji hemû karesatan biparêze."

Qeymeqamê Sindirgiyê Dogukan Koyuncu jî ragihand ku li çend cihan avahî hilweşiyane lê heta niha ti zerareke canî nehatiye tespîtkirin û xebatên wan berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst