Parêzerê Demîrtaş derbarê berdana wî de daxuyanî da

11-09-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku derbarê berdana wî de heta niha zanyariyek negihiştiye ber destê wan.

Parêzerê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê, Selahttîn Demîrtaş, derbarê îdîayên berdana Demîrtaş de daxuyaniyek belav kir.

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ragihand ku heta niha derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de, ti zanyariyek negihiştiye wan an jî malbata Demîrtaş.

Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.

Demîrtaş ji ber dosyayeke din, ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst