Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û got ku di Tifaqa Cumhurê de ti pirsgirêk nînin.
Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê dest pê kiriye û got:
“Piştî vê pêvajoyê Tirkiye dê ji vî barî xelas bibe. Çi dibêjin bila bibêjin dê asoya Tirkiyeyeke bêteror derkeve holê.
Divê nexşerêya paşerojê bi tecrubeyên me were xêzkirin û ji bilî vê ti vebijêrkên me nînin.”
"Ez li mirov dinêrim ka mirov e yan na"
Devlet Bahçelî bal kişand li ser helwesta aliyên li dijî pêvajoyê û got:
“Her ku Tirkiye ji vî barî xelas dibe, gotinên pûç ên hinek derdoran derdikevin lûtkeyê.
Gelek gotinên wekî ‘Tu bûyî Îmralî’ û ‘Dema hûn hebin pêwîstî bi PKKyê nîne’ hene.
Lê ez li gotinê dinêrim ka gotin e û li wî dinêrim ka mirov e. Di her du rewşan de jî ez kesekî ku cidî wergirim nabînim.”
"Ev welat welatê me hemûyan e"
Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêvajoyê kir û got:
“Kesên ku li dijî Tirkiyeyeke bêteror derdikevin bila li xwe mikur bên, ma hûn dixwazin teror bi dawî bibe yan na?
Di demekê de ku li ser maseya siyaseta cîhanî û herêmî kart ji nû ve tên belavkirin, em bibin yên ku tên xwarin an na?
Ev welat welatê me hemûyan e. Bikaranîna zimanekî baş û empatî berpirsyariya hemû partiyên siyasî û her kesî ye.
Rêlibergirtina dijminatiya li hemberî hev berpirsyariya her kesî ye.
Pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror ber bi dawiyê ve diçe. Armanca me ew e ku Tirkiye derkeve lûtkeyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse