Bahçelî çima ji Ocalan re got ‘Rêberê Damezirîner’?

23-10-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, cara yekem eşkere kir ku çima ji Abdullah Ocalan re gotiye "Rêberê Damezirîner" û gotina xwe bi hestiyariya pêvajoya hevdîtinan ve girê da.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji rojnamegerê Odatvyê Can Ozçelîk re axivî û hevdîtinên pêvajoya çareseriyê wekî "xêzeke rast a di navbera du xalan de" pênase kir.

Bahçelî diyar kir ku pêvajo baş berdewam dike û wiha pê de çû:

"Eger ev xêza di navbera du xalan de rast be dê her tişt zelaltir bê fêmkirin. Eger di pêvajoyê de zimanê me tund be dê xêz xwar bibe û gihîştina armancê dê zehmet bibe.

Ji ber vê yekê min got 'Rêberê Damezirîner.' Li vir kes dê nebe aliyê têkçûyî yan serketî.

Pêvajo baş dimeşe û yê ku dê bi ser bikeve Komara Tirkiyeyê be."

“Federasyona li Qibrisê hêzên ku li Sûriyeyê federasyonê dixwazin teşwîq dike”

Bahçelî li ser daxuyaniyên xwe yên derbarê Qibrisa Bakur ku gelek hatibûn nîqaşkirin jî axivî.

Bahçelî da zanîn ku ji ber ku di hilbijartinan de namzedekî ku federasyonê diparêze bi ser ketiye, wî xwestiye rê li ber "veguherîna vê çirûska federasyonê ya biçûk" bigire.

Bahçelî di berdewamiyê jî de got, "Ji ber ku veguherîna vê yekê bo hêviyekê, ji bo Tirkiyeyê rewşeke gelekî xeter çêdike.

Federasyona li Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur hêzên ku li Sûriyeyê federasyonê armanc dikin jî teşwîq dike.

Ev jî ji bo Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Dema em di vê çarçoveyê de dinêrin, biryara herî rast dê ew be ku Qibrisa Bakur tevlî Tirkiyeyê bibe."

Pêşniyara "Alîkarên Serokkomar ên Elewî û Kurd"

Bahçelî cara yekem li ser fikra xwe ya Alîkarên Serokkomar ên Elewî û Kurd jî daxuyanî da.

Bahçelî diyar kir ku piştî ku wî ev fikir avêtiye holê, rojekê bi rîspiyekî Elewiyan re hevdîtinek kiriye û jê re rave kiriye ku sê dar çi temsîl dikin.

Serokê Giştî yê MHPyê di berdewamiyê jî de got, "Di vê hevdîtinê de min got çima ez alîkarekî serokkomar ê Elewî û yekî Kurd dixwazim.

Min got, 'Ji sedî 51ê dengan bistînin bila Serokkomarekî Elewî hebe, ji sedî 51ê dengan bistînin bila Serokkomarekî Kurd hebe.'

Ango li pêşiya ti kesî astengî nîne. Kî dibe namzed, bila ji sedî 51ê dengan bistîne û bibe serokkomar.' Van gotinên min gelekî bandor li wan hevalan kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst