Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (Egitim-Sen) têkildarî rewşa perwerdehiyê daxuyaniyek da û di wê daxuyaniyê de bang li rayedaran kir ku kedkarên perwerdehiyê bên vaksînkirin û piştî qedexeya sertaserî demildest perwerdeya online destpê bike.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi biryara qedexeya sertaserî dibistan û zanîngeh bi temamî hatibûn girtin. Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (Egitim-Sen) diyar kir ku mafê xwendinê yê ciwan û zarokan hatiye rawestandin û bang li rayedaran kir piştî ku qedexeya sertaserî bi dawî hat karmendên perwerdehiyê bên vaksînkirin û demildest perwerdehiya rûbirû destpê bike.
Sendîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku encamên perwerdeya rûbirû yên bê tevdîr gelek metirsîdar bûn û ji ber wê bang li rayederan kir û got “ Pêwîst e desthilat û Wezareta Perwerdehiyê li gor van encaman seferberiyekê bikin û tevdîrên bi bandor bistînin. Vekirina dibistanan di cihek tendirust de bicihanîna mercên perwerdehiya rûbirû dibe. ”
Sendîkayê eşkere kir ku di perwerdehiya online de ku xwendkar bi rêya amûrên elektronîk beşdar dibin, li gelek deveran neyeksanî heye û got: “Desthilata ku heftiyê du rojan jî perwerdehiya rûbirû pêk neaniye û Komîteya Polîtîkayên Perwerdehiyê ya Serokkomariyê ku xeyala “hemû kesên ku turîst wî bibînin dê werin vaksînkirin” dike, mamosteyên ku dê bi milyonan xwendekaran bibînin vaksîn nekirin. Beşek mezin ya ji milyonan kedkarên perwerdehiyê li benda vaksînkirinê ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse