Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku pêvajoya çareseriyê ev demek e rawestiyaye.
Hatîmogullariyê daxwaz kir ku ev pêvajo demildest were çalakirin û mekanîzmayek ji bo bipêşxistina wê were avakirin.
Hatîmogullariyê her wiha bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û got:
"Hemû bernameyên xwe bidin aliyekî û li ser serê Parlamentoyê bisekinin da ku rapora Komîsyonê bibe yasa."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojevê de axivî.
Daxwaza derxistina yasaya aştiyê
Hatîmogullariyê bal kişand ser serdana hefteya borî ya Dayîkên Aştiyê ya ji bo aliyên siyasî û Parlamentoyê û wiha axivî:
“Dayîkên Aştiyê çarikên spî yên ku devê wan bi derziyê hatibûn hûnandin diyarî serokan kir.
Di çanda Kurdan de, avêtina çarikê di dema şer de bangek e ji bo sulh û aştiyê.
Ew çarik îro li Parlamentoyê daxwaza derxistina yasaya aştiyê ne.
Em wekî DEM Partî vê bangê dibihîzin û em dê li hemberî wê bêdeng nemînin.”
"Pêdivî bi mekanîzmayeke piralî heye"
Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku pêvajo bi awayekî pir giran bi rê ve diçe.
Hatîmogullariyê her wiha daxwaza avakirina mekanîzmayeke piralî kir û got:
“Pêvajo ev demek e rawestiyaye. Divê em ji vê rewşê derkevin.
Pêvîstî bi mekanîzmayeke wiha heye ku di navbera saziyên siyasî, aliyên pêwendîdar û civaka sivîl de bibe pira pêwendiyê.
Divê ev mekanîzma bi lez were avakirin da ku hem astengiyên îro û hem jî yên sibê çareser bike.”
Hevseroka DEM Partiyê bangî Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir û got:
“Lêborîn dixwazim lê ji kerema xwe re ji bo demeke kurt hemû bernameyên xwe bidin aliyekî û li ser serê Parlamentoyê bisekinin da ku rapora Komîsyonê bibe yasa.
Di raporê de bi xwe jî hatiye gotin ku divê çarçoveyeke yasayî ji bo rewşa piştî çekdanînê were amadekirin.
Em daxwaz dikin ku hema di nava vê hefteyê de rojjimêra aştiyê were eşkerekirin û nexşerê were diyarkirin.”
"Garantiyeke destûrî ji bo zimanê Kurdî"
Hatîmogullariyê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek da û daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe xwedî garantiyeke destûrî.
Wê xwest ku Kurdî di her qada jiyanê de, bi taybetî li dibistan, nexweşxane, şaredarî û Parlamentoyê were bikaranîn.
Hevseroka DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de banga azadkirina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û hemû girtiyên siyasî kir da ku baweriya bi aştiyê xurt bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse