Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke li dijî pêkhateyên DEM Partiyê yên wekî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de 17 kes hatin desteserkirin.
DEM Partiyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da û xwest ku kesên desteserkirî werin berdan.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di operasyonekê de bi ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û malên endamên wan de girt.
DEM Partiyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di operasyona li dijî ESPê û SDGFyê de 17 kes hatine desteserkirin.
DEM Partiyê ragihand ku bi operasyonên wiha tê xwestin ku têkoşîna aştiyê û demokratîkbûnê bi zextan were astengkirin û da zanîn:
"Di vê pêvajoya ku em difikirin divê aştî li civakê belav bibe û em têkoşîna vê yekê didin de, ev zext û desteserkirin nayên qebûlkirin."
DEM Partiyê daxwaza berdana kesên desteserkirî kir û anî ziman:
"Divê hevalên me yên hatine desteserkirin demildest werin berdan.
Aştî û demokratîkbûn, ne bi hewldana tepeserkirina yên ku wekî we nafikirin, bi diyalogê dikare were avakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse