Li Stenbolê veguhastina giştî ji sedî 30 biha bû

12-09-2025
Nîşan Stenbol Veguhastin Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê veguhastina giştî ji sedî 30 biha kir.

Rûniştina sêyem a civînên meha îlonê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), bi serokatiya Alîkarê Serokê Meclisê yê 2yemîn Gokhan Gumuşdag li avahiya şaredariyê ya li Saraçhaneyê hat lidarxistin.

Di meclisê de xala rojevê ya bi sernavê "Sererastkirina Tarîfeya Bihayê Veguhastina Giştî" hat gotûbêjkirin ku tê de ji sedî 30 zamkirina amûrên veguhastina giştî yên wekî otobus, metro, metrobust, mînîbus û vaporan û her wiha taksî û servîsên dibistanan hebû.

Di vê çarçoveyê de, hat xwestin ku bilêta tam a elektronîk ji 27 lîreyan bibe 35 lîre û heqê abonetiyê yê mehane yê "Karta Şîn" jî ji 2 hezar û 120 lîreyan bibe 2 hezar û 748 lîre.

Veguhastina deryayî

Di veguhastina deryayî de hat pêşniyarkirin ku heqê sefera Uskudar-Emînonuyê ji 34,20 lîreyan bibe 44,33 lîre, heqê seferên Kadikoy-Emînonu û Kadikoy-Beşîktaşê ji 38,11 lîreyan bibe 49,40 lîre û heqê sefera Bostanci-Giravan jî ji 100,45 lîreyan bibe 130,22 lîre.

Taksîmetre

Hat xwestin ku heqê vekirina taksîmetreyê ji 42 lîreyan bibe 54,50 lîre, heqê mesafeyê ji bo her kîlometreyekê ji 28 lîreyan bibe 36,30 lîre, heqê tarîfeya demê ji bo saetekê ji 350 lîreyan bibe 453,71 lîre û heqê mesafeya kurt ji 135 lîreyan bibe 175 lîre.

Mînîbus

Di mînîbusan de hat xwestin ku heqê mesafeya herî kurt a ku wekî "siwarbûn-daketin"ê tê binavkirin ji bo 4 kîlometreyan ji 25 lîreyan bibe 32,50 lîre, ji bo 4 heta 7 kîlometreyan ji 26 lîreyan bibe 34 lîre, ji bo 7 heta 11 kîlometreyan ji 27 lîreyan bibe 35 lîre, ji bo 11 heta 15 kîlometreyan ji 28 lîreyan bibe 36 lîre, ji bo 15 heta 20 kîlometreyan ji 30 lîreyî bibe 39 lîre û heqê xwendekaran jî ji 16 lîreyan bibe 21 lîre.

Di heqê serwîsên dibistanan de ji bo mesafeya 0 heta 1 kîlometreyê hat xwestin ku ji 2 hezar û 605 lîreyan bibe 3 hezar û 376 lîre û heqê servîsên personelan jî ji 1355 lîreyan bibe 1757 lîre.

Hat destnîşankirin ku tarîfeya nû dê ji 15ê Îlonê pê ve derbasdar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst