Enqere (Rûdaw) - Bajarê Edenê yek ji wan bajara ne ku hejmara Kurdan di van salên dawî de li wî bajarî zêde bûye, li gorî amaran hejmara xelkê Edenê 2 milyon û 270 hezar e û zêdetirî %20 ya xelkê bajêr ji Kurdan pêk tê û wê yekê jî wiha kiriye ku Kurd bi çanda xwe bandoreke cidî li ser jiyana bajarê Edenê bikin.
Hejmara Kurdan li metropol û bajarên Tirkiyê sal bi sal zêde dibe, yek ji bajarên ku hejmara Kurdan lê zêdeye jî bajarê Edenê ye. Li gorî amaran zêdetirî 20 ji sedî ya xelkê Edenê ji Kurdan pêk tê û Kurd piştî tirkan duyem neteweya mezin e li Edenê. Kurdan bandoreke mezin li çanda bajarê Edenê jî kirine.
Kurdê Edenê Sedat Kagit dibêje: “Weke berhemekê Kurdan kebab heye û dibêjine kebaba Edene, lê em dizanin ku kebab a Kurdan e û beşek kebabê jî yên Ereban e, ne yên Tirka ne. Kebaba kezebê heye ya Kurdan e, dolmên perasiyan hene ew jî ya Kurdan e. Me jî berhemên xwe anîn Enqerê.”
Kurdên Edenê di festîval û boneyên Edenê de jî rengekî kurdewarî nîşan didin, lê bi gotina wan gelek berhemên Kurdan li ser navê Ereb û Tirkan ve hatine tomarkirin.
Kurdê Edenê Murat Elban jî got: “Em bi Kurdî dibêjin hûr û rûwî, em dibêjin şîlav, li Edenê dibêjin şirdan, mumbar, îşkembe lê em baş dizanin ku ew yên Kurdan e. Hemû kes dizane, lê em xwedî lê dernakevin, eger em lê xwedî derkevin Edene nabêjin ew yên me ne. em bêxwedî mane.”
Serokê Komeleya Piştgiriya Edenê jî ku kesekî Tirk e, bandora Kurdan a li ser bajarê Edenê qebûl dike lê dibêje heta ji destê wan were em rê nadin ku Kurd çanda xwe li ser me ferz bikin û ew dê Kurdan bibin ser çanda xwe.
Serokê Komeleya Piştgirî ya Edenê Yunus Sakarya jî got: “Kesên ku ji rojhilatê Tirkiyê ( mebesta wî Kurd in) çanda xwe jî tînin bajarê me. Em li dijî çanda wan dernakevin lê tiştek heye ku em qebûl nakin em dibêjin bila ew tevlî çanda me bibin, em vê yekê jî bi zorê nakin em bi germayiya xwe nêzîkî wan dibin ku ew jî bikevin nav çanda me. Jixwe li Tirkiyê em hemû bira ne.”
Piraniya Kurdên li Edenê ji bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî ji Mêrdîn, Colemêrg, Riha û Amedê çûne wî bajarî û piraniya wan jî cotkar û karker in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse