Alî Bozan: Divê Demîrtaş were berdan

14 demjimêr berê
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Berdan Alî Bozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan xwest ku biryar were bicihanînîn û Demîrtaş were berdan.

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Mêrsînê Alî Bozan û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li Parlamentoya Tirkiyeyê civînên çapemeniyê li dar xistin û rexne û daxwazên xwe anîn zimên.

Alî Bozan di civîna xwe ya çapemeniyê de bal kişand ser rewşa girtiyan û diyar kir ku hinek girtiyên nexweş hîn di girtîgehan de tên hiştin û tedawiya wan nayê kirin.

Bozan destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan heye û bangî Wezareta Dadê kir ku erkê xwe bi cih bîne.

Bozan her wiha bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de û xwest ku ew biryar were bicihanîn û Demîrtaş were berdan.

Aslan: 50 milyon kes…

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê jî da zanîn ku civîna ewil a Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeyê Herî Kêm bêyî nûnerê karkeran hatiye kirin.

Newrozê behsa rêjeyên zêdekirinê yên ku ji bo mûçeyê herî kêm ê sala 2026an di rojevê de ne kir û got, eger îhtimala herî bilind a ku tê axaftin pêk were, dê mûçeyê herî kêm derkeve 29 hezar û 400 lîreyî.

Wê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 50 milyon mirovan di biniya sînorê birçîbûn û hejariyê re dijîn û anî zimên ku divê mûçeyê herî kêm "nebe mijara bazarkirinê."

"Divê mûçe di navbera 46-49 hezar lîreyan de be"

Newrozê daxuyand, her zêdekirina ku sînorê birçîbûn û hejariyê esas negire dê bibe "ne zemeke ji bo kedê, dê bibe zemeke ji bo hejariyê" û wiha axivî:

"Em diparêzin ku divê mûçeyê herî kêm, herî kêm nîvê sînorê hejariyê be, anku di navbera 46 hezar û 49 hezar lîreyan de be û salê ne carekê, divê herî kêm du caran were nûjenkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst