Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş got, “Piştî vê qonaxê dê ji aliyê dadgehê ve biryara berdanê were dayîn.”
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
DMMEyê di biryara xwe ya 8ê Tîrmehê de biryar dabû ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.
Eger Tirkiyeyê heta 8ê Çiriya Pêşîn îtiraz nekira, biryar dê biketa meriyetê û berdana Demîrtaş dê bihata rojevê.
Wezareta Dadê beriya bidawîbûna demê bi rojekê, 7ê Çiriya Pêşîn îtiraz kir û xwest ku doz ji bo Daîreya Mezin a DMMEyê were şandin.
Lê DMMEyê doh ev serlêdan red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirinê ya derbarê Demîrtaş de misoger bû.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, îro piştî axaftina xwe ya li Parlamentoyê got:
“Birêz Demîrtaş bi rêyên hiqûqî gihiştiye encamê. Berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê bibe wesîleya xêrê.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ji Zafer Şahîn re axivî û mijar nirxand.
“Dê biryara berdanê were dayîn”
Yildiz bi bîr xist ku Tirkiyeyê di roja 89an a dema îtirazê de serî li dadgehê daye û derbarê pêvajoya li pêşiya me ev tişt gotin:
“Panelê, daxwaza şandina biryara Selahattîn Demîrtaş/Tirkiye (hejmar:4) ji bo Daîreya Mezin red kir û biryar misoger bû.
Niha, divê binpêkirina ku di biryarê de hatiye diyarkirin were sererastkirin, dosye li dadgeha îstînafê ye.
Dadgeh dikare bi wezaretê re binivîse û eslê biryarê bixwaze. Piştî vê qonaxê dê ji aliyê dadgehê ve biryara berdanê were dayîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse