Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Uçumê Şêwirmendê Erdogan got, “Dewleta Kurdan heye. Dewleta Kurdên Tirkiyeyê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye, dewleta Kurdên Sûriyeyê, Sûriye ye; dewleta yên Îraqê, Îraq e û ya yên Îranê jî Îran e.”
Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ragihand ku piştî amadekirina rapora dawî ya Komîsyona Parlamentoyê dibe ku mehên destpêkê yên sala 2026an sererastkirinên yasayî yên derbarê pêvajoyê bên rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Uçum angaşt kir ku wan pirsgirêka Kurdan a navxwe bi rêjeyeke diyar çareser kiriye, niha tiştê maye pirsgirêka Kurdan “a derve ye” ku “ji aliyê emperyalîzmê ve li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin û dibêje Kurd miletekî cuda ne û pêdiviya wan bi dewlete cuda heye.”
Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê û Wekîlê Serokê Desteya Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomariyê Mehmet Uçum, li Zanîngeha Mudanyayê ya Bursayê beşdarî konferanseke derbarê pêvajoyê bû û li ser pêvajoya çareseriyê nirxandinên berfireh kirin.
Uçum di axaftina xwe de angaşt kir ku li navxweyî Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan nemaye û hewldanên niha wekî "projeyeke dewletê" pênase kirin.
“Înkar û hovîtiya li Girtîgeha Amedê”
Mehmet Uçum ragihand ku di bin birêvebiriya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de, di çaryeka yekem a sedsala 21emîn de bi “reformên mezin ên hiqûqî û demokratîk” pirsgirêka Kurdan a navxweyî hatiye çareserkirin û got:
"Bê guman pirsgirêkên ku bi kirdar hatin çareserkirin çêbûn, qadên ku bi awayekî hiqûqî hatin vekirin çêbûn.
Lê bi taybetî ew pirsgirêka Kurdan a navxweyî nemaye ku li ser înkar û redkirina 12ê Îlonê ava bûbû û bi hovîtiya li Girtîgeha Amedê mezin bûbû."
“Sabotajên fikrî ne”
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku çareseriyeke li ser esasê nasnameyê û siyaseteke nasnameyî qet nayê qebûlkirin û û got:
“Yên ku hewl didin pêwendiyekê di navbera armanca 'Tirkiyeya Bêteror' û çareseriya pirsgirêka Kurdan de deynin û li ser mafên nasnameyê mizakereyan bikin, an cudahiya vî karî nabînin an jî bi zanebûn tevlihev dikin.
Em nêzîkatiyên ku Kurdên me bi armanca 'Tirkiyeya Bêteror' re wekhev dibînin û wekî hemû welatiyên me daxwazên wan ên demokratîk bi komeke nasnameyî ve girê didin, wekî manîpulasyonên fikrî dibînin.
Tewr em difikirin ku ev sabotajên fikrî ne ku li ser vê yekê li hemberî pêvajoyê tên kirin."
“Komîsyon niha di qonaxa amadekirina raporê de ye”
Mehmet Uçum di axaftina xwe de behsa xebatên Komîsyona Parlamentoyê û çûna wê ya Îmraliyê jî kir û got:
“Komîsyona ku 5ê Tebaxê hat avakirin, xebateke berfireh kir û guhdarî 134 kes û nûneran kir.
Herî dawî jî şandeyeke ji 3 parlamenteran ku nûnerên Komîsyonê ne, li Îmraliyê hevdîtin kirin.
Piştî temamkirina guhdarîkirinê, Komîsyon niha di qonaxa amadekirina raporê de ye."
Uçum amaje bi wê yekê jî da, dibe ku li gorî rewşa wan ji bo gerîlayên ku çekên xwe deynin guhertinên yasayî bên kirin û biland:
"Gelo divê ji bo hemû endamên rêxistinê heman statû bê diyarkirin? Li gorî nêrîna me, nirxandina di kategoriyên cuda de rasttir e.
Lewra dibe ku serastkirinên hiqûqî li ser kategoriyên cuda yên wekî yên qet sûc nekirine, yên sûcên sivik kirine, yên sûcên giran kirine, yên di pozîsyona birêveieriyê de ne û yên endamên sade ne, bikevin rojevê.
Eger Komîsyon rapora xwe heta dawiya vê mehê temam bike, dê mehên destpêkê yên 2026an sererastkirinên yasayî yên derbarê pêvajoya derbasbûnê bikevin rojeva Parlamentoyê."
“Dibêjin pêdivî bi dewletekê heye ku her 4 perçeyan bike yek”
Uçum her wiha îdia kir ku Pirsgirêka Kurdan ji aliyê emperyalîzmê ve li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin û wiha axivî:
“Wateya wê pirsgirêka Kurdan a derve jî ev e. Dibêjin Kurd miletekî cuda ne.
Li Rojhilata Navîn miletê xwedî nifûsa herî zêde ye ku dewleta wan nîne. Pêdiviya Kurdan bi dewleteke cuda heye.
Tewr, pêdivî bi dewletekê heye ku her 4 perçeyan bike yek.
Ev jî projeya avakirina dewleteke Kurdan e ku di bin kontrola emperyalîzma piştgira Îsraîlê de ye.
Ev projeyeke emperyalîst e. Pirsgirêka Kurdan a derve jî ev e, ya ku li ser me tê ferzkirin jî ev e.
Piştî ku pêvajoya derbasbûna bo Tirkiyeya Bêteror temam bû, şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurdan a derve jî dê hema hema temam bibin.
“Dewleta Kurdan heye”
Dema ku Tirkiyeya Bêteror, Tirkiyeyê ji belaya terorê rizgar bike, dê ferzkirinên derbarê pirsgirêka Kurdan a derve jî bi awayekî berbiçav kêm bike û pirsgirêka Kurdan a derve jî bi rêjeyeke mezin çareser bike.
Ji ber ku dewleta Kurdan heye. Dewleta Kurdên Tirkiyeyê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye, dewleta Kurdên Sûriyeyê, Sûriye ye, dewleta yên Îraqê Îraq e û ya yên Îranê jî Îran e.
Pirsgirêkên pratîk ên ku di mijara entegrasyon û bûyîna yek a bi dewletê re tên jiyîn, pirsgirêkên wan welatan bi xwe ne.
Helbet Tirkiye, bi awayekî ku yekîtiya welatan esas digire, dê wan piştgiriyan jî bide ku Kurdên herêmê pêwendiyên xwe yên bi dewletên xwe re xurt bikin.
Lê di warê Kurdên Tirkiyeyê de pênaseya dewleteke cuda, miletekî cuda nîne. Dewleta Komara Tirkiyeyê, dewleta neteweyî ya Kurdan e jî û ev mesele qediyaye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse