Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan biryara PKKyê ya xwefesixkirinê wekî gaveke dîrokî bi nav kir û got, “Divê şertên Ocalan baştir bibin û ew karibe bi civakên Tirkiyeyê re bê ba hev.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li ser pêvajoya nû û biyara PKKyê ji Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re axivî.
Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê pêvajo di bin serokatiya Abdullah Ocalan de bimeşe û rewşa wî ya xabetê were başkirin.
"Êdî çek û tundî bi tevahî ji holê radibin"
Turkdogan got, “Em di destpêka serdemekê de ne ku dê ji bo avakirina civakê gavên mezintir bêne avêtin.
Êdî çek û tundî bi temamî ji holê radibin. Em di destpêka serdemeke nû ya tekoşîneke berfireh ya demokrasiyê de ne.
Me bi birêz wezîr re dûr û dirêj behsa yasaya înfazê kir, me behsa şertên karkirina birêz Ocalan kir û birêz wezîr behsa hinek pêwîstiyan kir.
Xuya ye ku beşek ji wan pêwîstiyan hatine bicihanîn ku PKKyê jî kariye kongreya xwe pêk bîne û biryaran bistîne.”
Rewşa kar a Ocalan
Turkdogan teqez kir ku pêvajo dê di bin serokatiya Ocalan de bimeşe û got:
"Dema hûn li biryara jî dinêrin xuya ye ku pêvajo dê bi însiyatîfa Birêz Ocalan bê meşandin
Divê rewşa karkirinê ya Birêz Ocalan hîn jî baş bibe.
Divê zêdetir pê re pêwendî were danîn û ew bikare bi civakên Tirkiyeyê re bê ba hev.
Gelekî girîng e ku nûner, rojnameger, rewşenbîr, nivîskar, parlamenter bi Ocalan re hevdîtinan bikin, ramanên xwe bînin ziman û Ocalan jî bi civakê re biaxive."
Garantiya yasayî û qanûna înfazê
Turkdogan da zanîn ku ji bo pêvajoya heyî pêdivî bi garantiyên yasayî heye û got:
“Hûn dewletek in, hûn li gorî yasayan tevdigerin. Hûn dikarin heta radeyekê bi kiryarî bimeşînin lê pişt re divê hûn vê pêvajoyê bi qanûnan bi pêş ve bibin.
Pêwîstî bi pêkanîna garantiyên yasayî û gav bi gav bipêşvebirina pêvajoyê heye."
Turkdogan destnîşan kir ku wekî destpêkê divê qanûna cezadayînê were rastkirin, girtiyên nexweş û yên ku cezaya wan nêzîkî xilasiyê ne werin berdan û her wiha divê girtiyên siyasî bilez werin berdan.
"Bazar nîne lê gav hene ku baweriyê didin"
Turkdogan bersiv da îdiayên ku dibêjin hikûmet bêçekkirina PKKyê wekî şert daniye û got:
"Li vir bi ti awayî şert nînin. Divê em têgeha şertê pêşî bi kar neyînin.
Li vir muzakere tunin, ev pêdiviyên pêvajoyê ne. Eger pêdivî bi gavên ku ewlehiyê didin aliyan bên bicihanîn, em dikarin bigihîjin encama ku em dixwazin."
Gavên destpêkê yên ku ji hikûmetê tên hêvîkirin
Turkdogan destnîşan kir ku divê hikûmet hinek gavan biavêje û got ku divê zimanê aştî û demokrasiyê were pejirandin û got:
"Divê hikûmet, serokên partiyên siyasî, bi taybetî Birêz Serokkomarê me, hemû kesayetên siyasî ji zimanê cudaxwaziyê dûr bikevin. Gotin gelekî girîng e."
Hevberdevkê Komîsyona Huqûqî ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan careke din tekez kir ku divê rewşa karkirinê ya Ocalan were başkirin û divê sererastkirinên cezadayînê zû werin bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse