Erdogan: Ji vê pêvajoyê paşdegavavêtin nîne

13-09-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de got, “Ji vir û şûn de veger tune.”

Serokkomar Erdogan, li Stenbolê di Programa Bidawîkirina Akademiya Teşkîlatê ya AK Partiyê ya li Navenda Kongreyan a Haliçê de axivî.

Erdogan derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin û rexne li dijberan girt. Erdogan di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:

"Di projeyeke dewletê de jî em bi heman têgihiştinê tevdigerin"

"Me bi gotina 'Wisa hatiye lê wisa naçe' carinan ne tenê destê xwe, hemû bedena xwe xist bin bar.

Di projeyeke dewletê de ku me salek berê ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê ya nêzîkî 50 salî ya welatê xwe da destpêkirin jî em bi heman têgihiştinê tevdigerin.

Di sala dawî de me hemû hewldanên ji bo têkbirina pêvajoyê pûç kirin.

Bi awayekî bi sebir, baldar û samîmî, bi üslubeke ku 86 milyonan hembêz dike, em pêvajoyê ta bi ta dihûnin.

Em bi hevkarên xwe yên tifaqê re di nava lihevkirin û piştevaniyeke tam de ne.

Em dixwazin dîwarê terorê yê ku di navbera endamên miletê me de hatiye avakirin bi temamî hilweşînin û em 86 milyon bi hev re ber bi paşerojeke aram, bextewertir ku aştî û biratî lê serwer be bimeşin.

“Em gav bi gav ber bi armancê ve diçin”

Bêbext çi bibêjin bila bibêjin, em bi awayekî bi îstîqrar gav bi gav ber bi vê armancê ve diçin.

Bila her kes vê bizanibe û fêhm bike. Yên ku bi dehên salan e fêr bûne ku siyaseta navxweyî û derve ya Tirkiyeyê bi darê terorê dîzayn bikin, eşkere dibêjim, vê carê bila vala newestin.

Bi îzna Xwedê ji vir û pê de paşdegavavêtin nîne. Em dê çi dibe bila bibe rê nedin rewşeke wiha.

Dema ku li herêma me sînor bi xwîn û hêsiran ji nû ve tên xêzkirin, em dê razî nebin ku lîstika 'perçe bike û birêve bibe' cardin were lîstin. Yên ku bi edebiyata axa soza lê hatî dayîn tevdigerin, çi qebûl bikin, çi nekin.

Di paşeroja herêma me de cihê terorê û belavbûna bi rêya terorê nîne, înşallah dê nebe jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst