Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû

14-07-2025
Nîşan DEM Partî Şandeya Îmraliyê Ozgur Ozel Devlet Bahçelî Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê nava hefteyê cuda cuda bi Ozgur Ozel, Devlet Bahçelî û Ahmet Davutoglu re bicive.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê nava vê hefteyê dest bi civînên li gel partiyên siyasî bike.

Li gorî agahiyên ku DEM Partiyê dane, endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê nava hefteyê biçin serdanên CHP, MHP û Partiya Paşerojê.

Bernameya şandeyê wiha ye: 

16ê Tîrmehê

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu

Demjimêr: 12:00

Cih: Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî

Demjimêr: 14:00

Cih: Odeya Koma Meclisê

17ê Tîrmehê

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel

Demjimêr: 13:00

Cih: Navenda Giştî ya CHPyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst