STENBOL - 300 weşanxane beşdarî Fuara Pirtûkên Erebî bûn

14-08-2025
Omer Sonmez
Fuara Pirtûkên Ereb / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Fuara Pirtûkên Ereb / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Fuara 10emîn a Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê Xwendekar Pirtûk Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Fuara 10emîn a Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê berdewam dike.

Fuara ku 9ê Tebaxê li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê dest pê kir dê heta 17ê Tebaxê bidome.

Zêdetirî 300 weşanxaneyên Erebî yên ji 30 welatan beşdarî Fuara 10emîn a Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê bûn.

Fuar li derveyî welatên Erebî wekî fuara herî mezin a pirtûkên Erebî tê dîtin.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û çend saziyên din ên Tirkiyeyê piştgiriyê didin fuarê.

Xwînerên Ereb, Kurd û Tirkên ku bi Erebî dizanin û xebatan li ser Erebî û Îslamiyetê dikin eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin û ji xwe re pirtûk û çavkaniyên pêwîst peyda dikin.

Bi taybetî jî ciwan û xwendekarên ku li dibistanên Îmam Xetîb û Îlahiyatê fêrî Erebî dibin diçin serdana fuarê.

Tîma Rûdawê ya Stenbolê ji ciwanên Tirkiyeyê yên ku çûn serdana Fuara Pirtûkên Erebî pirsî: “Li gorî we zimanê Erebî zimanekî girîng e?” û “Gelo hûn bi Erebî dizanin? Heke dizanin hûn çawa fêr bûn?”

Derbarê zimanê Erebî bersivên ciwanan wiha ne:

Li gorî we, zimanê Erebî zimanekî girîng e?

Xebatkar Salîha Okur: “Erebî hem ji ber erdnîgariya ku em lê dijîn, hem jî ji bo dînê me zimanekî pir girîng e. Li gorî min divê gelek kes fêrî vî zimanî bibin, qet nebe divê hay ji vî zimanî hebin. Ji ber vê yekê, li gorî min ev fuar û perwerdeya Erebî hem bi Ereban re hem jî ji bo rakirina astengiyên li vê erdnîgariyê wekî pirekê kar dike.”

Xebatkar Eray Paşaoglu: “Her şaristanî li gorî xwe xwedî zimanekî ye; yanî zimanê hevpar ê her şaristaniyê heye ku wan digihîne hev. Wekî mînak, li Ewropayê mirov dikare Latînî nîşan bide. Li gorî min Erebî jî yek ji wan xalên herî girîng e ku karibe umetê bi hev ve girê bide.”

Xwendekara mamostetiya Erebî Şuheda Ozturk: “Ez li Zanîngeha 29 Mayisê ya Stenbolê di beşa Mamostetiya Zimanê Erebî de xwendekara pola 4an im. Ev gelek sal in ku ez fêrî zimanê Erebî dibim. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im ku li vê fuarê me. Lewma derbarê zimanê ku ez fêr dibim li vir derfet çêdibe ku ez gelek çavkaniyan li cem hev peyda bikim.”

Berpirsa Weşanxaneya Akdemê Hafsa Îpek: “Erebî ji bo min wekî okyanusekê û mifteya her deriyî ye. Her wiha Erebî wekî sifreya şaristaniyan e. Dema mirov fêrî Erebî dibe deriyên cuda li pêşiya mirov vedibin. Mirov çandên cuda nas dike, têkiliyên bi mirovan re, helwest û nêrîna mirov bi temamî diguhere.”

Gelo hûn bi Erebî dizanin? Heke dizanin hûn çawa fêr bûn?

Xebatkar Salîha Okur: “Ez Erebî baş dizanim, li zanîngehê li fakulteya Îlahiyatê fêr bûm. Ez dibînim ku gelek ciwan eleqeyê nîşanî Erebî didin û hewl didin fêrî Erebiyê bibin. Her wiha hinek ciwan jî hene ku Erebî wekî tune dihesibînin. Helbet, dibe ku sedem ev be ku ew ciwan dixwazin erdnîgariya ku tê de dijîn red bikin.”

Xebatkar Eray Paşaoglu: “Belê ez bi Erebî dizanim. Ez li kursa taybet a Akdem Stenbolê fêrî Erebî bûm. Min du salan perwerde dît. Ez bi saya wê kursê fêrî Erebiya fesîh bûm.”

Xwendekara mamostetiya Erebî Şuheda Ozturk: “Dema ez fêrî Erebî dibûm, armanca min a yekem ew bû ku ez zimanê Quranê û hedîsan fêm bikim. Piştre di pêvajoyê de dema ez fêrî ziman bûm ez zêdetir kêfxweş bûm. Lewma Erebî zimanekî xweş û pir berfireh e. Yanî mirov ne tenê fêrî zimanekî dibe, di heman demê de bi gelek qadên cuda re jî têkildar dibe.”

Berpirsa Weşanxaneya Akdemê Hafsa Îpek: “Min destpêkê qet ji Erebî hez nedikir. Piştre mamosteyê ku ders dida me, Erebî bi awayekî pir baş bi me da hezkirin. Piştî wê jî dema min biyanî fêrî Tirkî û Tirk jî fêrî Erebî dikirin, ez fêrî gelek tiştan bûm. Bi vî awayî, min li Fuara Pirtûkên Erebî koordînatorî jî kir û ez beşdarî gelek fuarên navneteweyî yên pirtûkên Erebî bûm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst