Stenbol (Rûdaw) - Rojnameger Hakan Tosunê ji Erzingana Bakurê Kurdistanê ku li Stenbolê rastî êrişekê hatibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Malbata Tosunê ku aktîvîstekî jîngehê bû jî, gumana wê heye ku kuştin organîze be. Derbarê bûyerê de 2 kes hatine girtin.
Li Cemxaneya Kaxithaneyê ya Stenbolê şîna rojnamegerê ciwan Hakan Tosun heye.
Tosun 10ê mehê li navçeya Esenyurtê rastî êrişa 3 kesan hatibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Pirs û nezelaliya li ser bûyerê hîn jî berdewam dike û malbata wî di wê baweriyê de ye ku ew bi awayekî organîze hatiye kuştin.
Ji ber ku Tosun ji bilî rojnamegeriyê aktîvîstekî jîngehê, dokumanterîst û kesek bû ku di doz û dadgehan de li hemberî şîrketên mezin rawestiyabû.
"Telefona wî dişopandin"
Dayîka Hakan Tosun, Fatma Tosun, anî ziman ku gumanên wan hene û got:
“Diyar e telefona wî dişopandin. Eger ne, ew kurik memûr nîn e ku zanibin kîjan seatê li ku ye.
Diyar e telefon dişopandin ku ji min re gotibû ez di rê de me lê nehat û wan jî bi vî awayî dizanî li ku ye û wan xwe hazir kir û êrişî kurê min kir."
“Ew kes têne parastin ku babet neyê zanîn”
Xwişka Hakan Tosun, Oznur Tosunê bal kişand ser nezelaliya bûyerê û wiha pê de çû
“Dema dibin nexweşxaneyê nasnameya wî nîn e. Lê êrişkar hatine girtin.
Çawa dibe yê ku rastî êrişê hatiye nasnameya wî nîn e lê êrişkar tên girtin.
Ew dibe sedem ku di hişê me de pirs çêbibin. Du rojan haya me jê nebû.
Wê demê li bendê man ku însanê me bimire. Diyar e ew kes têne parastin ku babet neyê zanîn. Ew cihê gumanê ye.”
Hakan Tosun piştî êrişê ji bo nexweşxaneyê tê veguhestin lê ji ber ku nasnameya wî pê re nîne, du rojan wekî kesekî nenas tê dermankirin.
Malbata wî jî îlana windabûna wî dide. Piştî du rojan eşkere dibe ku li nexweşxaneyê ye lê ji ber ku xwîn çûye mejiyê wî, piştî du rojan jiyana xwe ji dest dide.
Du kes hatine girtin lê hîna kes nizane bê ka ji ber çi sedemê êrişî Tosun kirine.
"Bi sekna xwe bawerî dida me"
Hevala Hakan Tosun, Çîgdem Ozbaşê jî wiha behsa kar û kesayeta wî kir:
“Hakan him rêhevalê me yê çalakiyan bû him rojnameger û dokûmanterîstê me bû.
Di çalakiyan de bi sekna xwe bawerî dida me. Rêhevalekî me bû ku bîr û hafizeya ekolojiyê di xwe de diparast.”
Tosun heta niha li ser kanên madenan, bendav, birîna daristanan û têkbirina xwezayê li bajarên cuda çend belgefîlm kişandine û bi hin kompaniyên mezin re li dadgehan rûbirû mabû.
Ev yek jî gumana li ser kuştina wî zêdetir dike.
Lê dezgehên fermî mijar wekî bûyereke edlî eşkere kir û vê daxuyaniyê malbat qanih nekir.
“Em dê li parlamentoyê bişopînin”
Li hêla din, parlementerên DEM Partiyê jî didin zanîn ku ew dê li meclîsê kar li ser babetê bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî diyar kir ku ew dê li parlamentoyê mijarê bişopînin û got:
“Bi rastî ew êşek mezin û pirsgirêkeke mezin e. Mixabin li ser vê axê ew qetliamên wiha gelek dibin lê divê êdî em jê re bêjin bes e.
Divê desthilat di vê mijarê de gotina ku lê dikeve bêje. Em jî wekî DEM Partî li parlementoyê dê vê mijarê bişopînin.”
Rojnamegerê 45 salî yê ku xelkê Erzingana Bakurê Kurdistanê ye, beriya bûyerê hemû organên xwe bexşandibûn.
Tê payîn ku piştî wergirtina organan û rapora otopsiyê, termê wî li Stenbolê bispêrin axê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse