Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve here rapora komîsyona Parlamentoyê wekî nexşerêyeyekê ye.
Koçyîgîtê li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke rojnamegeriyê li dar xist û pêşhatên dawî nirxandin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, "Divê pêvajoya siyasî bi gavên yasayî bi lez bibe.
Pêwîst e çarçoveya siyasî bibe çarçoveyeke yasayî û em lezgîniya vê pêvajoyê bînin zimên. Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye."
"Birêz Ocalan û hemû mixetab di nava hewldanekê de ne"
Koçyîgîtê bal kişand ser rapora komîsyona Parlamentoyê ya ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de hatiye avakirin û anî zimên:
“Ev mijara ku rojeva sereke ya civakê ye, bê guman divê bibe yek ji rojevên sereke yên saziya siyasetê jî.”
Koçyîgîtê eşkere kir ku nirxandinên dawî yên Bahçelî yên li ser statuya Abdullah Ocalan girîng in û li pey çû:
"Hinek gavên berbiçav ên ku Birêz Bahçelî pêşniyar kirine, ji bo bipêşxistina pêvajoyê girîng in. Her wiha li ser navê desthilatê jî daxuyanî hene.
Di van daxuyaniyan de gotinên ku aliyê yasayî di rojevê de ye, ji bo bilezbûna pêvajoyê xwedî girîngiyekê ne.
Ji bo ku pêvajo dewam bike û bi ser bikeve, di serî de Birêz Ocalan hemû mixetab di nava hewldaneke rasteqîn de ne. Divê ev yek were diyarkirin.
Ji bo derbaskirina pirsgirêkên heyî divê desthilata siyasî û bi giştî Parlamento bikeve dewrê û bi lez rola xwe bilîze."
"Me hemûyan îmze avêt binê wê raporê"
Koçyîgîtê destnîşan kir ku pêwîstiya qonaxa duyem a pêvajoyê bi hinek verastkirinên yasayî heye û wiha axivî:
"Di vê wateyê de Rapora Komîsyona Parlamentoyê, di rastiyê de gavên yasayî yên pêwîst û nexşerêya tiştên ku divê werin kirin hem ji bo Parlamentoyê hem jî ji bo desthilatê bi awayekî pir vekirî û zelal derxistiye holê.
Ew rapor ji bo me hemûyan wekî nexşerêyekê ye. Taybetiya wê ya pêbendker heye. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê jî.
Di dawiyê de me hemûyan îmze avêt binê wê raporê.
Em careke din dixwazin bînin zimên ku divê mekanîzmaya çavdêrî û şopandina aştiyê ya ku me pêşniyar kiriye were avakirin.
Ji desthilatê heta mixalefetê, ji Kurdan heta Tirkan, ev pêvajoya ku dê ji her kesî re bibe wekî dermanekî, divê bi çarçoveyeke yasayî ya demokratîk were tacîdarkirin û biçe serî. Ji bo vê jî divê em hemû bi hev re bixebitin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse