MÊRSÎN - Piştî ku 6 kes kuştin û 8 kes birîndar kirin xwe jî kuşt

1 demjimêr berê
Nîşan Mêrsîn Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrsînê êrişkarekî ku 6 kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin, beriya ku bê desteserkirin xwe jî kuşt.

Li navçeyên Tarsûs û Çamliyaylayê yên Mêrsînê Metin O.yê 37 salî yê ku du rojan şopeke bixwîn li pey xwe hişt, hevjîna wî ya berê jî di nav de 6 kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin.

Bûyeran bi çûyîna Metin O. ya qesabxane û xwaringeha li Taxa Kadelliyê dest pê kir ku ew heta salek berê jî li wir dixebitî.

Êrişkar, hevalkarê xwe yê berê Ahmet Ercan û xwediyê cihê kar Sabri Pan bi demançeyê kuştin û bi otomobîleke spî reviya.

Li ser rê rastî kê hat…

Metin O. li Taxa Yenîkoyê rawestiya û ajokarê barhilgirê Gokay Selfîoglu da ber guleyan ku li stasyoneke sotemeniyê bêhna xwe berdida.

Wî her wiha Abdullah Kocayê ku li heman herêmê rastî wî hat, tevî motosîkleta wî gêrî şarampolê kir û ew kuşt.

Hevjîna xwe ya berê jî kuşt

Êrişkar derbasî navçeya Çamliyaylayê bû û hevjîna xwe ya berê Arzu Ozdena ku li kêleka rê dimeşiya jî kuşt.

Metin O. pişt re gihişt Taxa Karakutukê û xortê bi navê Yusuf Oktay ê ku li wê deverê şivantî dikir jî da ber guleyan û ew jî kuşt.

Wî di van êrişan de 8 sivîlên ku ti têkiliya wan bi bûyerê re nebû jî birîndar kirin.

Êrişkarê ku fêm kir ti cihê wî yê revê nemaye, bi demançeya di destê xwe de gule berda serê xwe û xwe jî kuşt.

Termê wî piştî lêkolîna dozgeriyê ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tiba Dadî hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst