Erdogan û Trump bi telefonê axivîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Recep Tayyîp Erdogan Amerîka Sûriye Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn.

Di pêwendiya telefonî de têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê NSosyalê derbarê pêwendiya telefonî de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de her du serokan de têkiliyên dualî yên Tirkiye û Amerîkayê û bipêşketinên herêmî û cîhanî hatine nirxandin.

“Dirêjkirina agirbestê gaveke erênî ye”

Erdogan di pêwendiyê de diyar kir ku ew dirêjkirina agirbestê ya li herêmê wekî bipêşketineke erênî dibîne.

Wî anî zimên ku ew bawer dike di mijarên nakok de çareseriyeke maqûl pêkan e.

Erdogan her wiha diyar kir ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo hewlên avakar bidomînin.

Rewşa Sûriye û Libnanê

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku li Sûriyeyê bicihbûna aramiyê ji bo hemû herêmê destkefteke girîng e.

Erdogan got ku dê piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bê navber bidome.

Erdogan her wiha diyar kir ku divê rê li ber xerabbûna rewşa Libnanê jî bê girtin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Erdogan eşkere kir ku amadekariyên Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê didomin.

Wî daxuyand ku ew ji bo serkeftina lûtkeyê hewleke mezin didin.

Êrişa li ser mizgeftê ya li Amerîkayê

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji ber êrişa li ser mizgeftekê ya li bajarê San Diegoyê sersaxî da Serokê Amerîkayê Trump.

Erdogan anî zimên ku Tirkiye li dijî hemû cureyên sûcên nefretê ye û ferq nake ka êriş li hemberî kîjan koma olî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst