Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoyê got, “Em li ser modelên cuda dixebitin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir.
"Pêvajoya çareseriyê berhema me ye"
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê "berhemeke wan a herî mezin e."
Wî da zanîn ku ew dê vê pêvajoyê bi eqilê hevpar û dilsoziyê bigihînin armanca wê.
"Saziyên dewletê li ser modelên cuda dixebitin"
Erdogan derbarê xebatên dewletê yên li ser pêvajoyê ev agahî dan:
“Saziyên pêwendîdar ên dewletê ji bo bilezkirina pêvajoya nehiştina rêxistinê bi awayekî zêde li ser modelên cuda dixebitin.
Em bi hevparê xwe yê tifaqê re ji bo zêdekirina şiyana çareserkirinê ya siyasetê, şêwrê li ser rêyên nû, rêbaz û gavan dikin.
Em bi baweriya ku divê mirov di karên xêrê de lezê bike, dixwazin demildest vê mijarê ji rojeva miletê xwe derxin.
Ez vê yekê îro careke din tînim ziman ku îrade, şiyan û tecrubeya Tirkiyeyê heye ku bi awayekî mayînde vê pirsgirêkê çareser bike.
Tenê zerera wê ya darayî ji 2 trilyon dolaran zêdetir e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse