Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd a siyasî Fatma Ozbay piştî 29 salan ji Girtîgeha a Jinan a Şakranê hat berdan.
Girtiya Kurd Fatma Ozbay sala 1997an li parêzgeha Şirnexê hatibû desteserkirin.
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê heta hetayê li Fatma Ozbayê birîbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fatma Ozbay di 29 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê maye.
Ozbay di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.
Di girtîgehê de çend nexweşî bi Fatmayê re çêbûbûn.
Herî dawî ji ber nexweşiya penceşêra sîngê rûbirûyî zehmetiyan bû.
Fatma Ozbay ji navçeya Bazîdê ya parêzeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Ozbay di dema girtîgehê de gelek nivîs, helbest û çîrok nivîsandine û çîrokeke wê ya bi navê “Mirî Birîndar Nabin” di pirtûka Çîrokên Jinên Di Girtîgehê de cih girtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse