Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li 60 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke li dijî Cemaeta Gulen da destpêkirin.
Parêzgeha Îzmîrê wekî navenda operasyonê hatiye diyarkirin.
Operasyon berbangê li ser fermana Dozgeriya Giştî ya Stenbolê û bi hevahengiya Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Birêvebiriya Asayîşa Stenbolê li 60 parêzgehan dest pê kir.
Di çarçoveya operasyonê de biryara desteserkirina 317 kesan hat dayîn.
Di operasyonê de li 9 parêzgehan 26 kes bi tohmeta dabînkirina çavkaniyên darayî ji bo Cemaeta Gulen hatin desteserkirin.
Her wiha, bi tohmeta "kar û çalakiyên darayî yên rêxistinê", qeyûm li ser kompanyayên HAKMAR û TATBAKê hat danîn ku xwediyê nêzîkî 800 şaxên marketan in.
Îro salvegera “Darbeya 15ê Tîrmehê” ye û Cemaeta Fethullah Gulen bi hewldana darbeyê (kudeta) tê tohmetbarkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê Cemaeta Gulen xistiye nav lîsteya terorê û wan bi hewldana darbeya têkçûyî ya 15ê Tîrmeha 2016an tohmetbar dike.
Lê Gulenî red dikin ku destê wan di hewldana kudetayê de hebûbe.
Piştî hewldana kudetayê, nêzîkî 700 hezar kes hatin darizandin û derdora 3 hezar alîgirên Gulen bi cezayê girtina heta hetayî hatin cezakirin.
125 hezar kes ji sazî û dezgehên dewletê hatin dûrxistin ku di nava wan de 24 hezar leşker û bi hezaran dadwer hebûn.
Tirkiye berdewam alîgirên Gulen desteser dike û daxwaza radestkirina wan ji wan welatan dike.
Rêberê Tevgera Gulen Fethullah Gulen 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an di 83 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Amerîkayê miribû.
Fethullah Gulen sala 1999an ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûbû Amerîkayê û mirina xwe li wir ma.
Termê wî jî li heman welatî hat veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse