Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina CHP û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hat bipaşxistin.
Hevdîtina ku dihat plankirin sibe di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya Gel a Komarî (CHP) de bê kirin, mirina Gulşah Durbaya Seroka Şaredariya Şehzadelerê hat bipaşxistin.
Şandeya Îmraliyê di çarçoveya hevdîtinên xwe de berê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re civiyabû.
Dihat çaverêkirin ku şande di vê çarçoveyê de sibe here Navenda Giştî ya CHPyê.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku Şandeya Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kiriye û civîn dê roja sêşemê demjimêr 12:00an pêk were.
Ozel di nirxandina xwe ya derbarê pêvajoyê de bal kişandibû ser girîngiya destûreke demokratîk a li Sûriyeyê û diyar kiribû ku divê li gorî rastiyên herêmê pêkhateyeke dewletê ya bi îstiqrar û berfireh were avakirin.
Li gorî nûçeya Haberturkê, piştî wefata Gulşah Durbayê biryar hatiye dayîn ku civîna plankirî di dîrokeke din de were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse