Dadgehê qedexeya li ser malpera 'Xwebûn'ê betal kir

16-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Enqerê biryar astengkirina malpera heftenameya Xwebûn a Kurdî betal kir. Dadgehê birar da ku astengiya li ser malperê bê rakirin û bi vê yekê malper dikare careke din weşana xwe bi Kurdî berdewam bike.

Di 28ê Çileya 2022an de bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya Tirkiyeyê ve malpera heftenameya Xwebûnê bi navnîşana www.xwebun.org ku bi herdu zaravayên Kurmancî û Zazakî yên zimanê Kurdî weşanê dike, asteng kiribû.

Piştî astengkirina malperê, parêzerê heftenameya Xwebûnê Resûl Temûr serî li dadgeha Enqerê dabû û li dijî biryara astengkirinê gilî kiribû.

Dadgeha 3yemîn a Cezayê Sulhê ya Enqerê roja Sêşembê 15ê Sibata 2022an giliya parêzerê Xwebûnê qebûl kir û biryar da ku astengiya li ser malpera Xwebûnê bê rakirin.

Dadgehê di biryara xwe ya nû de diyar kiriye ku biryara astengkirinê bêyî lêkolîn û nirxandineke pêwîst derbarê naveroka nûçeyên malperê de hatiye dan.

Pêştir di dema astengkirinê de, heftenameya Xwebûnê daxuyaniyek dabû û têde gotibû, “Malpera Rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Malpera rojnameya me piştî hat astengkirin, niha weşana xwe bi lînka xwebun1.com berdewam dike.”

Heftenameya Xwebûn di 21ê Kanûna 2019an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi weşana xwe kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst