Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çorluyê ya parêzgeha Tekirdagê ya Tirkiyeyê di navbera polîsan û kesekî gumanbar de pevçûn derket û du polîs hatin kuştin.
Bûyer li navçeya Çorluyê li ser Kolana Kumyolê ya Taxa Reşadiyeyê li navendeke kar pêk hat.
Li gorî zanyariyan, li qata duyem a navenda kar pevçûna çekdarî derketiye û li ser agahdarkirinê tîmên polîsan çûne cihê bûyerê.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi ragihand ku polîsên bi navên Erkan Tutunculer û Emrah Koç di bûyerê de bi giranî birîndar bûbûn.
Mustafa Çiftçi diyar kir ku her du polîs piştre li nexweşxaneyê mirine.
Gule bi ser polîsan de reşandin
Tîmên asayîşê yên sivîl çûn cihê bûyerê lê ji aliyê kesê gumanbar ve gule li wan hatin reşandin.
Di encama êrişê de 2 polîs bi giranî birîndar bûn.
Piştî êrişê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Teslîm nebû û hat kuştin
Polîsan bangî kesê gumanbar kir da ku teslîm bibe lê wî bi çekê bersiv da.
Piştî bersivdayînê tîmên polîsan midaxeleyî wî kir.
Di pevçûnê de kesê gumanbar hat kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse